Li Marsîlyayê bi hezaran kes dijî tecrîdê meşiyan 2023-01-21 19:12:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi hezaran kes li Qada Canabîereyê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Piştî serdana CPT’ê li Îmrali kir, fikarên der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dawî nebûn. Li ser vê yekê Kurd û dostên wan ên li Marsîlyayê dijîn, çalakiyên xwe didomînin. Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD), Meclîsa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gel daket qadan. Pankartên ‘Komîteya Pêşgirtina Îşkencê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji rewşek xirab a biqewime berpirse’ hatin hildan û dovîz hatin hildan. ‘Em ê çalakiyên xwe bidomînin’ Meş ji Canebîereyê heta Nûneriya Marsîlya ya Parlamentoya Ewropayê  berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Liberte Pour Ocalan” hatin berzkirin. Piştî meşê di mîtînga hatî kirin de, axaftin hatin kirin. Destpêkê di axaftina li ser navê TCŞ’ê hat kirin de, hat destnîşankirin ku CPT û saziyên din ên Ewropayê divê dest jê berdin ku agahiyên şaş bibin gelê Kurd û wiha hat gotin: “Em weke ciwanên Ewropayê hişyar dikin, eger CPT rastiyan eşkere neke em ê çalakiyên xwe di astên cuda de li dar bixin. Divê her kes vê bizane.” Piştre li ser  navê NCKD’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan, wê her tişta  pêwîst pêk bînin û bang li hêzên ku di nava Komploya Navneteweyî de cih girtine hat kirin ku polîtîkayên xwe yên dijberiya Kurdan berçav re derbas bikin.