Zarokê di êrişê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2023-01-21 16:14:41     NAVENDA NÛÇYEN - Di encama êrişa hewayî de zarokê bi navê Ehmed Ebdulxanî Salim jiyana xwe ji dest da.   Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 18'ê çileyê ya li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de, zarokê bi navê Ehmed Ebulxenî Salim 12 salî bi giranî ji serê xwe birîndar bûbû.   Ehmed Salim li nexweşxaneyeke Qamişloyê dihat tedawîkirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî duh êvarî jiyana xwe ji dest da.   Hêjaye bibîrxistinê ye ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk li nêzî Rawestgeha Arî ya li xaçerêya gundê Maşûq (7 km dikeve rojhilatê Tirbespiyê) li erebeyekê dabû. Di encamê de kesên di erebeyê û kesekî din ku li nêzî cihê êrişê bûn, birîndar bûbûn.