Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Şahîn pirsîn 2023-01-21 15:11:42     STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn ku 27 sal berê hatibû windakirin, pirsîn.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin dîtin û cezakirin di hefteya 930’yemîn de çalakiya xwe heftane online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn (36) ê li Şaredariya Beyoglûyê wek karkerê paqijiyê dixebitî û 27 sal berê hat windakirin, pirsîn û pêvajoya windakirina wî hat parvekirin. Metna daxuyaniyê xwarziya Hasan Ocak ê windakirî, Dilcan Acer xwend. Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û windakirin.    Ji bo hemû windayana edalet xwest    Dilcan da zanîn ku ew di şexsê Îsmaîl Şahîn de ew ji bo hemû windakiriyan edaletê dixwazin û behsa serpêhatiya windakirina Îsmaîl kir. Dilcan bi bîr xist ku Îsmaîl endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî (Genel Îş) a girêdayî DÎSK’ê bûye û herî dawî hevalên wî serê sibeha 17’ê çile wî li Cadeya Îstîklalê dîtine. Dilcan diyar kir ku Îsmaîl Şahîn ji wê rojê ve hatiye windakirin û got: “Piştî bûyerê malbata Şahîn gotiye ku hevalên Şahîn ên kar her tim digiriyan, agahiyên binakokî didan û tirsiyan e ku biaxivin.”    Dozgeriyê xwestiye ku li aqûbeta Îsmaîl bê lêpêrsîn   Dilcan anî ziman ku Îsmaîl di saeta kar de hatiye windakirin, malbata wî serî li Şaredariya Beyoglûyê daye û wiha got: “Malbatê serlêdana windakirinê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglû kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku li aqûbeta Şahîn bê lêpêrsîn.”    ‘Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin’    Dilcan destnîşan kir ku hevjîna Îsmaîl, Kîraz Şahîn û bavê wî Halîl Şahîn heta roja ku jiyana xwe ji dest dane jî li Îsmaîl Şahîn geriyane, bi rêyên qanûnî jî lêgerîna xwe domandine û wiha axivî: “Lê belê malbat bi tu awayî ji Îsmaîl Şahîn agahî nagire. Bêyî agahiyek jê bigirin hevjîn û bavê wî koça dawî dikin. Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Kujer û berpirsiyariyên windakirinê nehatin dîtin. Heta niha nayê zanîn ku çi hatiye serê Şahîn. Dewlet ji aqûbeta windakiriyan û eşkerekirina kujeran berpirsiyar e. Mafê her malbatê heye ku bi aqûbeta windakiriyê xwe bizanibin. Divê ev windakirin wek sûc bê nasîn. Em di salvegera 27’emîn de carek din Îsmaîl Şahîn bi bîr tînin û daxwaz dikin ku lêpirsînek bi bandor bo dosyeya wî bê destpêkirin.”