Li Beluçistanê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ geş dibe 2023-01-21 10:50:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hemû astengiyên dewleta Îranê jî, li parêzgeha Sîstan û Beluçistanê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ çalakiya girseyî hatin lidarxistin.   Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 5 meh in ligel zext û erişên Rejîma Îranê berdewam dike. Yek ji navendên çalakiyên girseyî bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstan û Beluçistan a ji aliyê hikumeta Îranê ve tijî leşker lê hatine bicih kirin û hinek bajarên wê yên din e.   Li bajarên girêdayî parêzgeha Sîstan û Beluçistanê ji bo pêşî li çalakiyên ‘Îna Bi Xwîn’ bê girtin, gelek polîs û leşker li ser rêyên kontrolê hatine bi cîh kirin. Tevî hemû astengiyan jî duh di roja Îranê de gel ji bo çalakiyê derketin qadan. Welatiyên bajarê Zahîdan piştî nimêja înê dest bi çalakiyên xwe kirin û pankartên “Ji dîktatorê re mirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji Hamaneyê re mirin”, “Diktator Hamaney welat biterîkîne, şerm bike” rakirin.   Li Rask ê girêdayî parêzgeha jî li dijî hikumetê pankart hate vekirin, her wiha ji bo çalakiyê piştgîriyê alimên olî jî bal kişand.   Li çalakiyên bajarên Zahîdan û Rask hat xwestin ku welatiyên Beluçistanê yên hatine girtin werin berdan û cezayên îdamê were rakirin.   Herwiha xwepêşanderan ragihand ku xwediyê rasteqîn ê van serhildanan gele û wê rê nedin ti kes û aliyek dest dane li ser.   Heta niha di xwepêşandanên li Zahîdanê yên “Îna bixwîn” de herî kêm 100 kes hatine qetilkirin û gelek kes birîndar bûne.   Herwiha duh li bajarê Galîk a parêzgeha Gulistan  jî ku piraniya şêniyên wê tirkmenên Sunne çalakî kirin û meşiyan. Di çalakiyê de li dijî desthilata dewleta Îranê dirûşme gotin.