Li Qamişloyê Pêşangeha Teknolojiyê 2023-01-21 10:04:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan pisporên teknolojiyê û xwendekarên zanîngehê dê beşdarî 1'emîn Pêşangeha Teknolojiyê ya li Qamişloyê bibin.    Ji hêla Şîrketa Rcell ve Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27-28'ê çileyê de li Qamişloyê tê lidarxistin. Pêşangeh dê li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.   Pêşangeh dê wekî kombûna gelek şîreketên teknolojiyê û berhemên şexsî be û dê bi dehan pisporên teknolojiyê û xwendekarên Zanîngeha Rojava beşdar bibin. Her wiha dê gelek mijar bên nîqaşkirin û têkildarî têknolojiya pêşerojê jî wê diyalog bên kirin.   Der barê pêşangehê de rêveberê Beşa Firotinê ya Şîrketa Rcell Hisên Badilî ji Ajansa ANHA'yê re wiha axivî: "Armanc ji pêşangehê pêşxistina fikirê teknolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, da ku li gorî pêşketinên cîhanê be. Her wiha dê ji bo îcadkaran derfetek be ku îcadên xwe pêşkêş bikin. Şîrket jî dê berhemên xwe yên teknolojiyê mîna  pêşkêş bikin. Di pêşangehê de dê beşek ji bo pêşandana berhem û îcadên xwendekarên Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava bê veqetandin."