5’emîn salvegera êrîşên li hember Efrînê: Em ê vegerin Efrînê 2023-01-20 20:57:28   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Helebê bi hezaran kes di 5’emîn salvegera êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ên li hember Efrînê de daketin qadan.   Di 5’emîn salvegera  êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên ji Efrînê yên li Helebê meşek li dar xist. Meş ji qada civînan a 8ʹAdarê ya ltaxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.   Di meşê de pankartên "Vegera sonda me ye" û "Ji dagirkerî û guhertina demografiyê re na" hatin vekirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin. Meş li çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê rawestiya û axaftin hatin kirin.   Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî û anî ziman ku armanca dijmin berxwedana gel lawaz bike û wan koçber bike da ku herêmê dagir bike. Nêrgizê diyar kir ku gel bi îradeyeke xurt dagirkeriyê red dike û got: "Çeka rizgarkirina Efrînê berdewamiya xeta berxwedan û têkoşînê ye."   ‘Divê gel yekitiya xwe ava bike’   Nêrgiz Bekir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekitiya gelê Kurd, êrîşên qirkirinê û planên komplogeran û got: "Li hemberî êrîşên li ser Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat, li hemberî tecrîda li Îmraliyê divê gel yekitiya xwe ava bike. Tu kes nikare şoreşa me têk bibe. Bi îradeya şervanên xwe em ê bi ser bikevin û em ê gelên ku ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vexwariye nîşanî cîhanê bidin."     ‘Em ê vegerin Efrînê’   Endamê Komîteya Meclisa Rûspiyan Şêx Elî El Hesen bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê û wiha dirêjî dayê: "Van rojan salvegera 5ʹemîn a êrîşên dagirkirina Efrînê di ser me re derbas dibe. Her ku 18ʹê Çileyê tê bîra me em xemgîn dibin û diêşin. Heman demê ji ber berxwedana 58 rojan a zarokên me, jin û mêrên Efrînê ya li hemberî sêyemîn artêşa NATOʹyê em serbilindahî û serfiraziyê hîs dikin. Ev dide diyarkirin ku yên ku wan rojan li dijî hemû cur çek, balafirên şer û tankan li ber xwe dan, dikarin Efrînê rizgar bikin. Ji vir ji Şêxmeqûsdê em bi Xwediya jor, bi xwîna şehîdan û rondikên zarokên xwe sond dixwin ku em ê vegerin Efrînê."