Li Colemêrgê jinekê biguman jiyana xwe ji dest da 2023-01-20 18:51:31   COLEMÊRG- Li navçeya Çelê a Colemêrgê jina bi navê Z.T bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Gêman a Çelê ya Çolemêrgê jinekê biguman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Z.T  piştî ku agahî jê negirtin çûn mala wê û Z.T mirî dîtin.  Xizmên wê li ser vê agahî dan ekîbên tenduristiyê.   Cenazeyê Z.T ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî ya Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê.    Der barê bûyerê de ekîba cendermeyan a Çelê dest bi lêkolînê kir.