Greva birçîbûnê ya ESP û SGDF’ê bidawî bû 2023-01-20 18:21:09   STENBOL – ESP û SGDF bi şîara ‘em piştevaniyê bilind bikin û tecrîdê bişkînin’ greva birçîbûnê pêk anîn û di roja sêyemîn de grev bi dirûşma ‘girtiyên şoreşger rumeta me ne’ bidawî bû.   Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, piştî Îzmîrê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê di 18’ê çileyê de piştî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dest pê kiribû. Endamên ESP û SGDF’ê xwestin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin.    Partiyî û welatiyên ku li pêşiya girtîgehê kom bûn pankarta ‘Em piştevaniya mezin bikin, tecrîdê bi dawî bikin’vekirin. Di vê navberê de polîsan dora girseyê girt û bi hinceta ‘qedexeye’ destûr nedan daxuyaniyê.      10 kes hatin binçavkirin    Beşdaran jî bertek nîşanî biryara qedexeyê dan û bi dirûşmên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Rûmeta mîrovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” bertek nîşanî dorpêç û biryara qedexeyê dan. Li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kir û 10 kes binçav kirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Huseyîn Îldan, Leyla Can, Berfîn Polat, Kalender Polat, Berkan Devecî, Adnan Ozcan, Selfînaz Goçmez, Omer Akgun, Sedat Polat û kesê bi navê Mazlum ku paşnavê wî nehat zanîn.