Civîna salane ya Meclîsa Îştar hat lidarxistin 2023-01-20 15:16:48     MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê hat diyar kirin ku dê sala 2023'yan bibe sala azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna hemû xebatkarên jin ên sazî û dezgehên gel û jinên wargehê, Meclîsa Îştar civîna xwe ya salane li dar xist. Civîna salane bi deqîqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Civîn ji aliyê endamên Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen, Xantûr Kara ve hat birêvebirin.   Di destpêka civînê de rapora xebatên salekî ya saziya Meclîsa Îştar, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora salane ya Saziya Ciwanan hat xwendin. Piştî xwendina raporê nîqaş hatin destpê kirin, di nîqaşan de rewşa siyasî hat nirxandin, di rewşa siyasî de rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şoreşa jinê hat nixandin.   Her wiha di civînê de di nava salê de xebatên ku hatine meşandin, kêmasiyên ku hatine jiyîn, rexne û rexnedayîn hatin kirin. Ji bo astengiyên li pêş kar werin derbas kirin, girîngiya pêvajoyê û di pêvajoyê de rola jinên Mexmûr hatin nîqaşkirin. Her wiha ji bo tecrîda girankirî ya li ser Abdulllah Ocalan çalakiyên ku hatine kirin hatin nirxandin. Di vê çarçevoyê de soz û biryarbûyîna ji bo sala 2023’yan bibe sala rizgarkirina azadiya fîzîkî ya Abdulllah Ocalan û ji bo bilindkirina têkoşîna azadiya jinê û Gelê Kurd hat dayîn.   'Di nava salekî de çi hat kirin'   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen ji ajansa me re axivî û qala armanca civînê kir. Pakîstan, diyar kir ku her dû sal konferans çêdibin û di heman demê de xebatên ku di salekê de hatine meşandin bi giştî encama salekê çiqas xebat hatine meşandin û ev xebat çawa derbazbû tê nirxandin.    Pakistan, destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî, kêmaniyên ku hatine jiyîn di aliyê hem civakî hem jî karên rêxistinî de bikaribin salên ku temam dibin de xebatên heyî, kêmanî û pirsgirêk di kîjan alî de çêbûn bikarin bi awayek baş binirxînin û got: "Ji bo ku di sala li pêşiya me de em bikaribin bi awayek rêkûpêk  van kêmaniyên ku derketin me nîqaş kirine rakin û pirsgirêkên tên jiyîn hinek derbaz bikin. Li ser wî esasî plansaziyek hatiye pêkanîn ku bikaribin îro civînek ya Meclîsa Îştar ya salekê ku xebatên wan binirxînin.    Em ê bibin bersiva şerê taybet    Ji bo ku hemû saziyên me bikaribin xebatên ku wê salê de pêkanîne her saziyek di aliyê xwe de çi beşe rêxistînî be, çi beşê xebatên xwe yên di wê saziyê de be bikaribe wan xebatan wek raporek pêşkêşî civîna Meclîsê bike. Em vê civînê li ser esasê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan em xebatên xwe bidin meşandin, li beramberî şerê taybet yê li ser jin û Gelê Kurd xwe amede bikin û bibin bersiva azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan.”