Dê li Silêmaniyê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê, merasîmek bê lidarxistin 2023-01-20 12:42:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li Silêmaniyê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê, merasîmek bê lidarxistin.   Li Silêmaniyê wê sibehê ji bo 5'emîn salvegera êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya ser Kantona Efrînê, merasîmek taybet were lidarxistin.   Sibehê wê li parêzgeha Silêmaniyê bi boneya 5'emîn salvegera êrişa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, merasîmek taybet were lidarxistin.   Merasîma bibîranîna êrişa dagirkeriyê ya ser Efrînê û destpêkirina Berxwedana Serdemê, wê bi dirûşma ‘Na ji bo dagirkeriya dewleta tirk, Bijî berxwedana Efrînê’ di bin pêşengtiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Eniya Piştgiriya Rojava de wê were lidarxistin.   Merasîmê wê saet di 14:00’an de, li salona Mîlano ya parzêgeha Silêmaniyê bê lidarxistin.   Di 20’ê Çileya sala 2018’an de artêşa tirk û komên wê êrişek dagirkeriyê li ser Kantona Efrîn a Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.   Li beramberî wê Berxwedana Serdemê dest pê kir, lê dewleta tirk bi bikaranîna 70 balefirên şer û çekên giran û qedexekirî, piştî berxwedana 58 rojan ango di 18’ê Adara sala 2018’an de Efrînê dagir kirin.