Biryara ji bo Şebnemê hatiye dayîn wê bibin îstînafê 2023-01-20 09:06:42   STENBOL - Bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza li Seroka Konseya TTB’ê û Pispora Tipa Edlî Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci hatibû birîn û parêzera wê Hulya Yildirim diyar kir ku biryar ne adîlane ye û wê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.   Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya ku xwest bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê hatin bikaranîn bên lêkolînkirin û ji aliyê AKP-MHP'ê ve hedef hat nîşandan û hatibû girtin. 3’yemîn rûniştina doza wê ya ku bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ jê dihat darizandin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayana Stenbolê hatibû dîtin.     Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Şebnem ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" li Şebnemê 2 sal, 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê bê birîn û her wiha derbarê wê de biryara tehliyekirinê da.   Parêzera Şebnemê, Hulya Yildirim der barê îdianameya hatiye amadekirin de, biryar hatiye dayîn û hewldanên ku bikin de nirxandin kir. Îşkenceya ji derve belavî derve bûye   Hulyayê daxuyakirin ku pêvajoya binçavkirin û heta tehliyekirinê ya Şebnemê bi binpêkirinan derbas bûye û got ev nayê qebûlkirin. Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin li welatê me binpêkirina mafan û îşkence tên jiyîn. Girtiyan dema dibin nexweşxaneyan bi kelepçayan dibin. Ev pêkanînek xerab e. Pêkanînên îşkenceyê ne tenê li girtîgehan li her qadê tên jiyîn.”   Hulyayê bal kişand ser îdianameya der barê Şebnemê de hatiye amadekirin û got di naveroka îdianameyê de tiştekî bê aşkerakirin tune ye.   ‘Lêkolîn ji aliyê heyetên serbixwe ve nehatiye kirin’   Hulyayê bal kişand ser parastinên parêzeran ên di rûniştinan de û wiha vegot: “Pêknehatina lêkolînan a ji aliyê heyetên serbixwe ve mijara nirxandinek cuda ye. Lê tu saziyê dewletê nikarin vê wek îftire bi nav bikin. Di seranserê rûniştinan de mafê parastinê hat sînorkirin. Tevî aliyê hiqûqî tunebû jî bi awayekî dijhiqûqî bi sê parêzeran parastin sînor kirin.”   Parêzer wê serî li îstînafê bidin   Hulyayê daxuyakirin ku biryara 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê li Şebnemê hatiye birîn ne biryarek adîlane ye û got: “Li gorî me dadgeh jî vê baş dizane. Em ê der barê biryara hatiye dayîn de serî li Dadgeha Îstînafê bidin.”