ROJEVA 20'Ê ÇILEYÊ YA 2023'YAN 2023-01-20 09:00:39     *Ayşe Acar li gel temenê xwe ku rixmî hemû zilm û zordestiyê ji kelecana berxwedê û têkoşîna xwe ya azadiyê tawîz nedaye dibêje: “Dijmin çi bike jî em îro dîsa li pey doza xwe ne. Me parçe bikin jî em xelas nabin û bi heman hêrsê li ber xwe didin.” DÎMEN HEYE   *Şertên neyînî ku tenduristiya rihê wê bi bandor nekir, zirar da gurçikên wê. Di şertên girtîgehê de du emeliyatên gurçikan derbas kir û di Gulana 1944’an de mir. Jiyana wê û bi taybet kesayeta wê ne ji ya Kafka ne jî ji berhemên Kafka kêmtir nîn bû. Lê zîhniyeta serdest ew wek hebûnekê mahkûmê ‘jina jê îlham tê girtin’ , ‘çinara di bin sîya mêran de maye’ kir. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Bi armanca tecrîda giran a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hevdîtin pêk bên Nobeda Edaletê ya hat destpêkirin bi dorveger didome. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca der barê mijarê de axivî û da zanîn ku hewcedariya civakê bi fikrên Abdullah Ocalan hene û mifteya çareseriyê Îmralî ye. DÎMEN HEYE   *Bi pêşengiya Jin bi hev re bi hêz in ji her alî jin wê sibehê li Îzmîrê li Parka Kultur bên gel hev. Di hevdîtina ku wê ji her qadê pirsgirêk bên nîqaşkirin de, tê hedefkirin ku rêxistinbûn bê xurtkirin û der barê vê de wê nexşerêyek bê diyarkirin. DÎMEN HEYE   *Bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza li Seroka Konseya TTB’ê û Pispora Tipa Edlî Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci hatibû birîn û parêzera wê Hulya Yildirim diyar kir ku biryar ne adîlane ye û wê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.