Ji Heyva Sor a Kurdistanê banga alîkariya ji bo Rojhilatê Kurdistanê 2023-01-20 08:48:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê re wek gava pêşî 37 hezar 550 Euro alîkariya madî şand. Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de malavahiya wan kesan kir ku beşdarî vê kampanyaya bûne û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê bikin.   Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, di 30’yê Mijdara 2021’ê de bi mebesta şandina alîkariyê ya ji malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê re yên ku li dijî êriş û qirkirinên dewleta Îranê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li ber xwe didin, li derveyî welat kampanyaya komkirina alîkariyên madî dabû destpêkirin.   Saziyê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Heyva Sor a Kurdistanê  di çarçoveya kampanyaya ku di 30’yê Mijdara 2021'ê de bi dirûşma 'Rojhilat ne bi tenê ye' dabû destpêkirin de heya niha 19 hezar 150 Euro alîkarî kom kiriye û bi tevî derfetên xwe wek gava pêşîn 37 hezar 550 Euro ji 127 malbatên mexdûr û  kesên birîndar ên li Rojhilatê Kurdistanê re şandiye. Her wiha Heyva Sor biryar daye ku ji malbatên mexdûr re şandina alîkariya xwe dewam bike û bi giştî 100 hezar Euro alîkariyê  bigihîne ji 500 malbatên mexdûr û birîndar re."   Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de malavahiya wan kesan kir ku beşdarî vê kampanyaya bûne û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê bikin.