Qirkirina li hember Êzidiyan ji aliyê Meclîsa Almanyayê ve hat naskirin 2023-01-19 18:50:17   NAVENDA NÛÇEYAN -Meclîsa Federal a Almanyayê bi yek dengî pêşnûmeqanûna ku qirkirina Êzidiyan bê naskirin, qebûl kir.    Ji bo komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Êzidiyan weke qirkirin bên naskirin, partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke, Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji bo pêşnûmeya biryarê, li Meclîsa Federal rûniştineke taybet li dar xist.   Cîgira Serokê Meclîsa Federal Katrin Gorîng-Eckardt ku rûniştina nûnerên Êzidiyan û rûspiyên olî lê amade bûn bi rê ve bir, silav li Êzidiyên li Meclîsê kir. Piştre nûnerên partiyan ên li Meclîsê yek bi yek axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo pêşnûmeya qanûnê anî ziman û got: “Meclîs ji bo biryareke wiha dereng jî maye.” Piştî axaftinên nûnerên partiyê dest bi dengdana li ser pêşnûmeyê hate kirin. Pêşnûmeya ku hemû parlementerên Meclîsa Federal bûn piştgir, bi yekdengî hat qebûlkirin.