Edîtora me Nişmiye Guler beraet kir 2023-01-19 13:21:27     STENBOL - Di daneşîna ku edîtora me Nişmiye Guler jê ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dijîtal dihat darizandin biryara beraetê hat dayîn.    Daneşîna doza ku edîtora me Nişmiye Guler jê ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dijîtal dihat darizandin, li 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Li daneşînê Nişmiye û parêzerên xwe Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn. Li gel endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê(DFG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) gelek saziyan piştgirî da Nişmiyeyê.   Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û bi parastina Nişmiyeyê berdewam kir. Nişmiya diyar kir ku ew li JINNEWSÊ dixebite û rojnamgerên ku li ser medya dijîtal bi bîr anîne bûne sedema darizandina wê.    Parêzerê Nişmiyeyê Sercan Korkmaz jî got, " Muwekîla wî rojnameger e û li ser vê lîsansa xwe kiriye, di lêpirsîna 'endamtiya rêxistinê' de biryara neşopandinê tê dayîn lê ji ber sûcê 'propagandayê' darizandina wê berdewam dike. Em beraeta muwekîla xwe diwazin."   Parêzer Ozcan kiliç jî got ew tevli parastina hempîşeyê xwe dibe. Lê serokê dadgehê hîna nijadperestiya xwe dewam dike.   Piştre heyeta dadgehê ji bo ku biryara xwe diyar bike navber da daneşînê.   Hat beraetkirin   Heyeta dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, derbarê Nişmiyeyê de biryara beraetê da.   Piştî daneşînê hempîşeyên Nişmiyeyê piştgirî danê.