Têkoşîna Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome 2023-01-19 12:52:11     RIHA - Têkoşîna Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar didome. Malbata Şenyaşar bal kişand ser Wezareta Tenduristiyê ku weke gilîker tev li dozê bûye û wiha got: “Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê derxînin holê.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 682’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tev li nobedê bibe û Ferît Şenyaşar nobed domand.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê di roja 682’yan de didome. Wezareta Tenduristiyê piştî 4 salan têkildarî ambulansa li ser pankartê û texrîbata li nexweşxaneyê gilî kir. Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê derxînin holê.”