Parêzvana mafê jinê Emine Sozudogru jiyana xwe ji dest da 2023-01-19 12:46:45     ÎZMÎR - Parêzvana mafê jinê û Akademisyen Emine Sozudogru jiyana xwe ji dest da.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê ya serdema berê, parêzvana mafê jinê û Akademisyen Emine Sozudogru vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Emineya ku demeke dirêj e tedawiya pençeşêrê didît bê definkirin li hêviya keça wê ya li derveyî welat tê sekinandin.    Emineya di 65 saliya xwe de koça dawiyê kir di rêveberiya Komeleya 78'an de cihê xwe digirt.