Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel rakirin nexweşxaneyê 2023-01-19 11:35:51     KAYSERÎ - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a li Girtîgeha Bunyan a Kayserîyê, rakirin nexweşxaneyê, Muhlîse li gel demarên dilê wê yên xitimîne jî carekeke din şandin girtîgehê.   Heveroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mûşê ku nexweş e û 8 sal û 10 meh ceza lê hatine birîn, roja sêşemê careke din ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ku lê dima rakirin nexweşxaneyê.    Demarên dilê wê zirav bûne   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Muhlîse roja sêşemê rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê piştî mayeneya hatiye kirin derketiye holê ku dmarên dilê wê xitimî ne. Herwiha hat diyarkirin ku bişîk diyar kiriye ku demarên dilê wê zirav bûne nû emlyat jî xetere ye.   Hat diyarkirin ku muhlîse li gel nexweşiya wê careke din şandine girtîgehê. Muhlîse berê jî rakiribûn nexweşxaneyê û stend kiribûn dilê wê.