Macîde Hesûn: Efrîn wê ji dagirkeran re nebe war 2023-01-19 09:06:41   Medya Uren   AMED - Endama Kordînasyona Kongreya Star a herêma firatê Macîde Hesûn têkildarî 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê nirxandinên xwe parve kir û got: “Li Efrînê talanek mezin a xweza, aborî, ekoloji û mirovahiyê pêk tê. Zimanê Kurdî tê qedexekirin, çanda kurdî tê wendakirin û kesên biyanî li Efrînê têne bicihkirin. Lê belê pêwîst e baş were zanîn çi rêbaz têne bikaranîn bila were bikaranîn wê Efrîn ji dagirkeran re nebe war."   Bi ser dagirkeriya Efrînê ya di 20’ê Çileya 2018’an de ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê pêk hatiye  re 5 sal derbas dibe. Ji 18’ê Adara 2018’an û vir ve li bajarê ku gor hatin xerakirin, jin hatin revandin, darên zeytûnan hatin birîn û berhemên wan hatin firotin, pêkhateya serjimarê hate guhertin, li şûna yên Kurdî tabelayên Tirkî hatin daliqandin, ji bo fîdyeyê bi hezaran kes dîl hatin girtin. Li gel binpêkirinên mafan ên li Efrînê tên jiyîn ji bo teşhîrkirina binpêkirina mafan, têkoşîna li dijî dagirkeriyê, rêxistina xweser û bi taybetî jî Kongreya Star di nava hewldanan de ne. Lewra çawa ku ji dagirkeriyê re deng nehat derxistin ji sucên mirovahiyê yên tên jiyîn re jî deng dernakeve.   Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn têkildarî salvegera dagirkeriya Efrînê û di nava salekê de geşedanên pêk hatiye ji ajansa me re nirxandin kir.    ‘Êrişên timî dewam dikirin ne tesadufî bûn’   Macîde êrişên dewleta tirk pêk aniye bi bîr xist û wiha dest bi axaftinê kir: “Ev êrişan ne tesadûfî ne. Beriya niha jî bi gelek şêweyan êrişî Efrînê hate kirin. Bi rêya çeteyên Eelnûsra, Chşil Hur û wekî din bi rêbazên cuda êriş pêk anîn. Efrîn bajarekî di her alî de aram û xwedî dewlemendiyan bû. Di aliyê aborî, xwezayî, civakî û jiyanî de jî destdayî bû. Ango zêdetirînê xwe kurd tê de cih digirtin. Dewleta dagirker bi armanca guhertina demografiya bajêr, xirakirina aramiya heyî û bi taybetî jî ji bo koçberiyê pêk bînin êriş kirin. Ger em temaşe dikin ne tenê bi qetilkirin û qirkirinan re sînordar dimînin bi taybetî jî li hemberî van herêmên di aliyê xweza û aboriya xwe de dewlemend in êriş pêk hat. Di aliyê çand, ziman û jiyanî de jî bandorên mezin li ser gelê Efrînê kir. Lê belê gelê wir tucarî ji faşîzma Tirkiyeyê re nabe alîkar. Ew di ferqa qirkirin û tundiya pêş dikeve de ne. Li hemberî êrişên pêk hatiye di 58 rojan de berxwedanek mezin a gel hate nîşandan. Dewleta Tirk hemû hêza xwe kişand Efrînê û di heman demê de jî bi rêya çeteyan êrişên xwe da berdewamkirin. Di encamê de mixabin Efrîn hate dagirkirin û koçberiyek mezin pêk hat. Serjimarek mezin a koçberan li Şehbayê di qempa de ne."   ‘Di pêşengiya jinê de serhildana serdemê’   Macîde berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeran a weke ‘berxwedana serdemê’ hate pênasekirin  nirxand. Macîde got helwesta hemû gelên li Rojava jî li hemberî dagirkeriyê şayanê pîrozkirinê ye û wiha pê de çû: “Ji Kobanê heya Qamişlo hemû Rojava bi awayekî rêxistinkirî gel ber bi Efrînê ve herikî. Me di êrişên 2018’an de dubare hêza rêxistinbûyînê ferq kir. Em çiqasî bi hev re yek in û dikarin bi hev re tev bigerin.  Bi taybetî jî rêxistinkirin di pêşengiya jinê de pêk hat. Zêdetirî 72 balafiran Efrîn bombebaran kir. Li gel wê ji reşahiyê jî êrişên Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk hatin. Rûxmê wê gel di nava 2 mehan de berxwedanek mezin da. Gelek berdêlên giran jî hatin dayîn ji ber êrişkaran li zarok, kal an jî li jinan temaşe nedikir. Bêyî ku cudahiyê bixe navberê êriş dikir. Gel kon veda û ji berxwedana xwe paş de gav neavêt. Ji her alî ve amadekarî hatin kirin. Wan di xeyalên xwe de digotin em ê di 3 rojan de Efrînê dagir bikin lê gel destûra vê neda. ”   ‘Efrîn bajarekî ekolojîk ê jinê bû’   Macîde guherînên bi dagikirina Efrînê re rû dane parve kir û got: “Piştî êrişên dagirkeriyê şûnde li Efrînê atmoseferek gelek cuda rûda. Di hemû aliyan de binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Çawa ku di pêvajoya şer de, qanûn şer jî tune hatin hesibandin di roja îro de jî di warê qanûnê de tu agahiya wan tune ye. Nîştecihên Efrînê di nava zextên mezin de ne. Di Rêveberiya Xweser de di demek kin de atmosferek demokratîk û jiyanek aram hate tekûzkirin. Efrîn bû bajarekî ekolojîk û bajarekî jinê. Di aliyê mafên mirovan de gihiştibû asteke berbiçav. Çi Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û gelên din dibûn di pêşengiya jinê de Rêveberiya Xweser erê kiribûn. Rêxistinbûyîneke di nav gel de pêk hatî hebû ku vêya ji serhildana serdemê jî xuya dikir. Li dijî aramiya gel rewşa îro dîmenekî baş nîşanî me nade. Rojane kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser gel didin meşandin derdikevin pêşiya me. Kêm zêde bi nûçeyan jî dibin rojev. Destdirêjî, tecawuz, îşkence, zext, revandina jinan ango komkujiyên li ser jinan li pey hev rêz dibin. Gel û bi taybetî jî jin di nava metirsiyê de ne.”   ‘Zêdetirî 700 kesî hatin qetilkirin’   Macîde diyar kir ku ji pêvajoya Efrîn hatiye dagikirin ve bi qasî 300 welatî bi zorê neçarî koçberiyê hatin kirin. Macîde wiha berdewam kir: “Weke me di serî de jî parve kir koçberiyek bi zorê pêk anîne. Ev bi zanabûn pêk hat. Li cihê Kurdan, ên weke Ereb, Turkmen û Filîstînî bi giştî 450 hezar kes hatin bicihkirin. Piştî dagirkeriyê jimara nîştecihên bi esil ji Efrînêne kete rêjeyek ji sedî 25’an. Jixwe komkujî, revandin û wendakirinên pêk tînin di holê de ne. Heta niha zêdetirî 700 kesên ku zêdetirînê xwe ji jin û zarokan pêk tên, hatine qetilkirin. Zêdetirî 600 kesî jî bi îşkenceyên giran re rû man û xistin girtîgehên Tirkiyeyê. Jimara jinên ji ber zext û zilma wan dawî li jiyana xwe anîne her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên em gihiştinê zêdetirî 70 jin tecawiz li wan hatine kirin û bi zorê hatin zewicandin.  28 goristanên ku di navbera wan de gorên ku ji bo olên Êzidî û Suniyan pîroz bûn jî hatin xirakirin.”   ‘Bi hezaran darên zeytûnê hatin birîn’   Macîdeya xwezaya Efrînê weke dewlemendiyek mezin nirxand, talankirinên dagirkeran li ser pêk aniyê rêz kir: “Qirkirinek xwezayî pêk tê. Bi qasî 400 hezar darên zeytûnê hatin birîn. Bi qasî sed hezaran donum hate şewitandin. Darên li navçeya Cindires, Şiyê û li çiyayê Hewarê heta li navenda Efrînê hatin birîn. 17 hezar darên zeytûnan hatin çewisandin û 20 hezar jî ji kokê hatin rakirin. Ji 75 qadên şîn 60 jê hatin şewitandin û talankirin. Darên li vir hatine birîn jî ji bo firotinê birin Tirkiyeyê. Di salên destpêkê yên dagirkeriyê de 70 hezar ton, di sala din de 50 hezar ton û di sala 2020’î de jî 90 hezar ton zeytûn hatin dizîn. Piştî dagirkeriyê ax talan kirin. Bi hovane hemû dewlemendiyên wê maliştin. ”   ‘Li Efrînê Kurdî tê qedexekirin’   Macîde bi lêv kir ku Efrîna bajarê Kurdan vediguherînin bajarekî din. Macîde wiha berdewam kir: “Bişaftinek mezin di warê ziman de pêk tê. Hatiye wê astê ku axaftina bi zimanê kurdî jî tê qedexekirin. Bi sedan mamosteyên kurd in ji kedê hatin dûrxistin. Ji bo xwe li wir bidin rûniştandin û sîstema xwe ava bikin hemû rêbazên êrişan rewa dibînin û didin meşandin. Meclîsên xwe li bajêr ava kirin. Dixwazin bi yek ol, bi yek netew û yek alê rêveberiyek xwe bidin avakirin. Lê ev ne pêkan e û wê bi ser jî nekeve. Gelê me yê Efrînê naxwaze cihê xwe di nava vê sîstemê de bigire.”   ‘Ew ê li Efrînê nejîn’   Macîde herî dawî bi van gotinan dagirker û yên piştgirî dane dagirkeriyê şermezar kir û got: “Ji aliyê faşîzmê ve êrişên dagirkeriyê berdewam in. Li ser hemû herêmê jî bi heman rengî bi hemû lezê tê birêvebirin. Armanca wan ew bû ku li seranserê sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê minteqeya Amînê ava bike. Ev jî eşkere dike ku ne tenê li Rojava li hemû parçeyên Kurdistanê jî bi heman armancê êriş tê kirin. Lê Tirkiye carekê li vir ket û wê careke din jî bikeve. Bêtehemuliya wê ji windakirina berê tê. Li hemû deveran jî bi heman şêweyî qirkirinên piralî yên tunekirina nasnameya kurdan, didin meşandin. Car din bangewaziya me ji bo hemû kesên behsa mafê mirovan dike ye. Çi Efrîn çi Serêkaniyê û Cereblûs dibe divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin. Bi taybetî jî pêwîst e jinên cîhanê divê piştgiriyê bidin jinên Efrînê. Projeya ji bo Efrînê em mezintir bikin. Li hemberî komkujî û dagirkeriyê em bibin deng. Ji ber daxwaza gelê Efrînê eşkere ye. Em li benda hestiyariya gelan in. Gelê Efrînê bi xwe jî dixwaze wir were azadkirin û li axa xwe vegerin.”