Makbule Altintaş: Têkoşîna me wê bidome 2023-01-19 09:05:35     STENBOL - Xebatkara qada civaka sivîl Makbule Altintaş ya ji doza GOÇÎZDER 7 mehan girtî ma û 5’ê Çileyê hat tahliyekirin diyar kir ku tenê ji di ser jiyanana xwe re hatine sûcdarkirin, ew jî vala derketiye û got: “Em xwedî li karê xwe derketin. Em li dijî neheqiyê ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 3’ê Hezîrana 2022’an li dijî Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) operasyon da destpêkirin û 22 endamên wê binçav kirine. Piştî 8 roj binçavkirinê şûnde di 11’ê hezîranê de 16 kes ji ber xebatên xwe yên komeleyê hatin binçavkirin. Der barê 23 endamên komeleyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame hat amadekirin û yekem runiştina 23 kesî ku 16 kes jê girtibûn di 13’ê Kanûnê de hat dîtin. 4 kes di runiştin  15’ê Kanûnê de hatin tahliyekirin. Di 4 û 5’ê Çileyê de jî runiştina duyem pêk hat û hemû kesên girtî hatin tahliyekirin. Yek ji van jî Makbule Altintaş bû.   Makbule Altintaş der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.   Bi ser malê de girtin îşkence kirin   Makbuleyê got bi ser mala wê de hatiye girtin û îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin û got: “Sibehê saet di 5’an de bi çekan bi ser mala min de girtin. Çawa min derî vekir bi ser min de hatin. Hîna travma wê dijîm. Dosya dosyayek vala bû. dozgeriyê dikaribû gazî îfadeyê bikira. Lê bi awayê dijhiqûqî em girtin. Pêvajoyek eletewş hat jiyîn.”   ‘Sûc hatin afirandin’   Makbuleyê diyar kir ku 8 rojan nikaribûn bi parêzeran re hevdîtinê bikin û got: “Pêvajoya binçavkirinê 4 rojên din dirêj kirin. Em bê parêzer hiştin û wisa derxistin dadgeriyê. Piştî 8 rojan şûnde me parêzerên xwe dîtin. Xuyabû li ser daxwaza hinekan dosya hat amadekirin. 8 rojan de li dijî me sûc afirandin.  Yek ji mijarên sûcdarkirinê  dokumanên hesab û axaftinên telefonan bû. Ez di hevdîtinek mesengerê de behsa kampa Şengalê dikim. Bi hevala xwe re behsa drama malbatê dikim. Ev kirine sûc.  Dosyayek vala ye.”   ‘Bêguman ez ê li kolanan bim’   Makbuleyê destnîşan kir ku jin li vî welat xetere tên dîtin û ji bo vê ji jinan ditirsin û ev tişt bi lêv kir: “Her tiştê me îlegalîze dikin. Çalakiyên em tevli bibûn bibûn mijara dosyayê. Çalakiyên em çibûnê jî der barê Peymana Stenbolê bûn.  Em bi salane têdikoşin. Bêguman ez ê li wir bim. Ez ê di xeta têkoşîna li hember tundiya jinê de bim. Dema jin bên kuştin ez ê li malê runim. Di çarçoveya dosyayê de xwestin peyamê bidin muxalefeta demokratîk û civaka sivîl.  Her wiha parvekirina mexduriyetên koçberan jî sûc tê dîtin.  Lê hemû sûcên ku bixwe afirandin vala derketin.  Tu tiştkeî ku sûc teşkîl bike tune ye.”