ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-19 09:00:00     * Jinan diyar kirin ku ji ber agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin bi fikarin û gotin mifta çareseriyê Îmraliye û balkişandin ser girîngiya têkoşînê. BI DÎMEN    * Nûnerên partiyên siyasî der barê kampanyaya îmzeyan ji bo bloqekirina alîkariya xezîneyê HDP’ê de axivîn û gotin ev kampanya bertekek li dijî êrişên topyekûn e û wê li kolanan têkoşînê bidomînin. BI DÎMEN    *Aktîvîst Laura Sennhauser ku 6 meh berê bi bîsîkleta xwe derket rê niha li Tirkiyeyê ye û da zanîn ku di rê de bi gelek astengiyan re hatiye rû hev. Laura da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê piştgiriyê bidin hev û got rawestgeha wê ya piştî vir Başurê Amerîkayê ye. DÎMEN HEYE   *Xebatkara qada civaka sivîl Makbule Altintaş ya ji doza GOÇÎZDER 7 mehan girtî ma û 5’ê Çileyê hat tahliyekirin diyar kir ku tenê ji di ser jiyanana xwe re hatine sûcdarkirin, ew jî vala derketiye û got: “Em xwedî li karê xwe derketin. Em li dijî neheqiyê ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   *Endama Kordînasyona Kongreya Star a herêma firatê Macîde Hesûn têkildarî 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê nirxandinên xwe parve kir û got: “Li Efrînê talanek mezin a xweza, aborî, ekoloji û mirovahiyê pêk tê. Zimanê Kurdî tê qedexekirin, çanda kurdî tê wendakirin û kesên biyanî li Efrînê têne bicihkirin. Lê belê pêwîst e baş were zanîn çi rêbaz têne bikaranîn bila were bikaranîn wê Efrîn ji dagirkeran re nebe war." DÎMEN HEYE   *Nûnerên Tifaqa Azadî û Kedê dan zanîn di mîtinga 15'ê Çileyê de ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûne de peyama wê tecrîda Îmraliyê bê şikandin û wê îktidara heyî bê şandin derketiye pêş û wiha hat gotin:"Pergala jiyanê ya ku tifaqê daniye ber xwe Komara Demokratîk e." DÎMEN HEYE