Li Kobanê xwendekaran piştgirî dan serhildana Rojhilat û Îranê 2023-01-18 12:35:08   NAVENDA  NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê meşeke girseyî hat lidarxistin.  Xwendekaran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” qîr kirin.   Bi sedan xwendekarên zanîngeha Kobanê ji bo piştgirî dayîna serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji zanîngeha Kobanê dest pê kir û heta qada Jina Azad dewam kir. Xwendekaran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” qîr kirin.   Piştî deqeyekê rêzgirtinê xwendekara Zanîngeha Kobanê Rovîn Tenî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 121 roj in li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengtiya jin û ciwanan serhildan didomin û wiha hate gotin: “Ev serhildan bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Jin û gel li hemberî vê yekê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” serî rakirin û ev serhildan belavî tevahî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûn.”   Di dewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta niha bi sedan jin û gel hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatine girtin û bidarvekirin û wiha gotin: “Gel tevî her tiştî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Bi hezaran xwendekar daxwaza azadiyê dikin. Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ji bo tevahiya jin û civakê ye. Em xwendekar û jinên ciwan vê berxwedanê ji bo xwe esas digirin. Em vê serhildanê silav dikin û em diyar dikin ku em jî bi we re ne.”