Jiyana çalakvana mafê jinan a Îranî di xeteriyê de ye 2023-01-18 12:31:46       NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê çalakvana mafê jinan Mujgan Keşawerz a li Îranê, di derbarê birîna cezayê bi darvekirinê li ser muwekîla xwe de hişyarî da û got; “Mujgan Keşawerz bi dosyeyek din ku bi tometa ‘belavkirina bê rumetiyê’ tê tometbar kirin.”   Duh parêzerê çalakvana mafê jinan a Îranî Mujgan Keşawerz, Mihemed Muqîmî ragihand ku jiyana muwekîla wî di metirsiyê de ye û egera birîna cezayê bi darvekirinê li ser heye.   Mihemed Muqîmî her wiha da zanîn ku Mujgan Keşawerz ku çalakvana mafê jinan û yek ji kesên ku li beramberî hîcabiya zoremlî bertek nîşan dayî ye û wiha got: “Ji beriya niha ji bo Mujgan Keşawerz 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Piştre ji ber têkçûna rewşa tenduristiyê hat berdan. Lê niha li dijî Mujgan Keşawerz dosyeyek nû hatiye vekirin û bi tometa ‘belavkirina bê rûmetiyê’ tê tometbar kirin. Egera sepandina cezayê bi darvekirinê li ser Mujgan Keşawerz heye.”   Hêjayî gotinê ye ku Mujgan Keşawerz di sala 2019’an de li gel 2 çalakvanên jin ên sivîl bi tometa ‘propagandaya dijî sîstemê, bi armanca li dijî aramiya neteweyî li dar xistin civîn û hemahengiyan û teşwîqkirin û belavkirina bêrûmetî û propagandaya dijî hicaba zoremlî’ hatin tometbarkirin.   Tometa ‘belavkirina bê rûmetiyê’ yek ji wan tometane ku Komara Îslama Îranê 43 salin li dijî yên beramberî xwe bikartîne û bi sepandina cezayê bi darvekirinê li ser wan kesan bi encam dike.   Di nava 4 mehên borî de ango ji destpêkirina xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, tometa ‘belavkirina bê rûmetiyê’ li gel tometên ‘şerê li dijî xuda, bi çek bûyîn û heqaretên dijî Pêxemberan’ bûne sedemê sepandin û pêkanîna cezayê bi darvekirinê li ser 112 xwepêşanderan. Her wiha li ser vê yekê heta niha ji ber van tometan 4 xwepêşander li Îranê hatine bi darvekirin.   Herwiha li Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li endama Sendîkavanên Mamosteyan Sarah Syahpur hat birîn, du salan qedexeya derketina derve, endamtiya partiyê û qedexeya internetê hat dayîn.   Şêwekar Farnaz Hosseinzadeh ku li Tehrana paytexta Îranê dijî, bi hinceta beşdarî serhildanên 26’ê Cotmeha 2022’an bûye, hat girtin û piştî 20 rojan sirgûnî Girtîgeha Êvînê û piştre sirgûnî Girtîgeha Karçakê kirin.   Farnaz Hosseinzadeh ku di 24’ê Kanûna 2022’yan de bi kefaleta 800 milyonî li dadgeha xwe hat berdan, ji aliyê Şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya “Xerabkirina aramiya giştî” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 76 qamçiyan lê hat birîn.