142 malbatên li Kampa Holê birin Mûsilê 2023-01-18 12:21:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku ji malbatên li Kampa Holê 142 ji aliyê Iraqê ve birin Kampa Cede ya Mûsilê.   Hate ragihandin ku 142 malbatên li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê hene, birine Mûsilê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Şêwirmendiya Ewlekariya Giştî ya Neteweyî ya Iraqê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 142 malbat ji kampê hatin derxistin û birin Kampa Cede ya Mûsilê.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî desteka derûnî ya ji bo kesên hatine binçavkirin, wê destûr bê dayîn ku tevlî nava civakê bibin û hat destnîşankirin ku xebatên girtina kampa Holê wê bidomin.