Kedkaran piştgirî dan serhildanê: Em bûn lehî 2023-01-18 12:11:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerên petrolê yên piştgirî dan serhildana "Jin jiyan azadî" peyama "Em bûne lehî, ger daxwazên me neyên cih dê her tişt li pêşiya me biherike."   Karkerên petrolê yên ku piştgirî dan serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê  ya bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest bi grevê kirin.   Serhildana “Jin jiyan azadî” ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir, li hemû bajarên Îranê belav bû. Di serhildana ku ket meha 5’an de gel ji daxwaza xwe ya azadiyê paşve gav neavêt, karkerên petrolê yên Îranê jî dest bi grevê kirin.   Karkerên petrolê yên bajarên Îlam û Dêhloranê yên Rojhilat duh dest ji kar berdan û li dijî nedayîna mûçeyên xwe dest bi grevê kirin. Karkerên petrolê yên li bajarên Xuzistan, Faris, Buşehîr û Bedr Ebas jî ragihandin ku dest bi grevê kirine.   'Em bûn lehî'   Di daxuyaniya hevpar a li ser navê karkerên petrolê de hat gotin, “Em niha bûne lehiyê, eger daxwazên me neyên cih, wê her tişt li pêşiya me biherike. Li gel hemû nêzîkatiyên me yên hesas, di warê petrolê de şert û mercên me nehatine başkirin û mafên me jî nehatine dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta em mafên xwe bi dest nexin em ê çalakiyên xwe bidomînin."   Meş hatin çêkirin   Duh li bajarên Tehrab û Heft Hewîzê meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meşên ku li dijî rejîmê dirûşm hatin berzkirin de di navbera polîs û gel de pevçûn derketin.   Êrîş berdewam dikin   Li gel çalakiyan êrîşên hêzên rejîmê yên binçavkirinê jî didomin. Welatiyê bi navê Mensur Hormuzî yê ku di komkujiya Îna bi xwîn a li Sîstan û Belûcîstanê de birîndar bibû, duh piştî têkoşîna jiyanê ya 108 rojan jiyana xwe ji dest da.