Dayika Mîr Perwer Fîlîz Aydin jiyana xwe ji dest da 2023-01-17 21:53:24 WAN- Dayika Mîr Perwer yê li Parîsê hatibû qetilkirin, Fîlîz Aydin, jiyana xwe ji dest da.    Fîlîz Aydin, dêya hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li paytexta Parîs Fransyê tevî endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) û Abdûrrahman Kizil di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat hînkirin ku Aydin ev demeke ji ber enfeksiyonê dihat dermankirin û îro danê êvarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku cenazeyê Fîlîz Aydinê anîne Mûşê û wê ligel gora Mîr Perwer bê defin kirin