Rejîma Îranê 6 sal ceza li Sarah Syahpur birî 2023-01-17 20:05:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li endama Sendîkavanên Mamosteyan Sarah Syahpur birî, du salan qedexeya derketina derve, endamtiya partiyê û qedexeya internetê jî da.   Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî" destpe kir, ket meha xwe ya 5'emîn. Dewleta Îranê hewl dide bi biryarên darvekirin, girtin, binçavkirin, revandin û cezayên pereyan serhildanê biçewisine. Desteya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan bi daxuyaniyeke ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê li Sarah Syahpur hatiye birîn.   ‘Dadgeha Şoreşê’ ya Tehranê bi îdiayên “qesta xirabkirina ewlehiya welat", “kombûn û hevpeymanên veşartî”, “li dijî rejîmê propaganda" 6 sal cezayê girtîgehê da çalakvan Sarah Syahpur. Her wiha der barê Sarah Syahpur de du salan qedexeya derketina derveyî welat, endamtiya rêxistinê û bikaranîna înternetê hat dayîn.    Sarah Syahpur di 24'ê Tebaxa 2022’an de li ber mala xwe hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser kelûpelên wê.  Sarah Syahpur ku biribûn cihek ne diyar pistî 10 rojan bi 300 milyon tumen kefaleta demkî hat berdan. Li Sarah Syahpur a ji aliyê “Dadgeha Şoreşê” ya Tehranê ve bi awayekê bê parêzer ji bo dadgehê banî wê kiribûn, di 2’ê Çileyê de ceza hat dayîn