Jinên TJA’yê hatin tahliyekirin 2023-01-17 18:42:58   ÊLIH – Hevseroka HDP’a berê ya Êlihê Fatma Ablay û aktîvîstên TJA’yê Leyla Bayram û Şîrvan Goçer yên 8 meh bûn girtî bûn di runiştina yekem de tahliye bûn.   Li Êlihê di 31’ê Gulanê de hevseroka Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ya Êlihê ya berê Fatma Ablay û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Bayram û Şîrvan Goçer hatin binçavkirin û di 3’ê Hezîranê de  bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Runiştina yekemîn li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin û jin bi SEGBÎS’ê tevli bûn. Jinan diyar kirin ku 8 mehin girîne û daxwaza tahliyê kirin.   Parêzeran jî daxwaza tahliyê kirin û dadgehê pêvajoya girtinê li ber çavan girt û biryara tahliyê da.