Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike 2023-01-17 11:51:13     NAVENDA NÛÇEYAN  - Serhildana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest pê kir li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 meh li pey xwe hiştin, di rojên dawî de gel dijî nebûna sutemeniyê dadikevin kolanan û nerazîbûna xwe tînin ziman.   Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê 4 meh li pey xwe hiştin. Duh li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kes merasîma çileya Humen Ebdulah hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşma ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn. Kesên tevlî merasîmê bûn sirûdên nîştimanî gotin.   Di dema merasîmê de hêzên dewleta Îranê bi droneyan çavdêrî kirin û ji bo tirsandinê xelk şopandin.   Gel duh li bajarên Turbet Cam û Taybadî ya ser bi parêzgeha Xurasanê dijî nebûna sutemeniyê çalakiyên berfireh li dar xistin. Ji bo dewlet rê li çalakiyan bigrin hêzek mezin veguhest her du bajaran.   Duh bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Îranê, bi hezaran kes li ber derê parlamentoya Ewrupa ya li Fransayê kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlamentera Belçîkayê Derya Sefayî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew ji bo Supayê Pasdaran weke çavkaniya terorê binasin, kar dikin. Çalakvanan xwest welatên Ewrupayê bayozxaneyên Îranê bigirin.   Şaredariya Parîsê jî piştgirî da xwepêşandanên li Îran û Rojhilat. Şaredariya Parîsê bi Fransî dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî dirûşma ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê nîşan da. Hate diyarkirin wê slogan 2 rojan li ser kûleyê bimînin