Abdullah Ocalan ji bo Rojhilat û Îranê çi got? 2023-01-17 09:06:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 meh li dû xwe hişt. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de li ser taybetmendiya rojhilatê Kurdistanê û Îranê rawestiya. Di nirxandina ku di parêznameyê de hatî kirin de encamek çawa di vê serhildanê de wê derkeve holê radixe ber çavan.    Serhildana bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku piştî kuştina Jîna Emînî li tevahiya rojhilatê Kurdistanê û Îranê belavbû 4 mehê xwe tijê kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên demên borî de li ser taybetmendiya rojhilatê Kurdistanê û Îranê rawestiya bû.  Dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatî formulekirin li kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nav Gelên Kurd, Fars, Ezerî, Belûçê de ligel tevahî zext û êrişên Rejîma Îranê li kolanan belavbû.   Abdullah Ocalan, di parazmaneya xwe de behsa çarçoveya dîrokî ya nasnameya kurd a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike. Di vê pêvajoya serhildanê de, em ê carek din berê xwe bidin wan nirxandinan.    'Nêzikatiya çand û ziman...'    Abdullah Ocalan di serî de balê dikişîne ser nasnameyan û wiha dibêje: "Îran weke welat di pêkhatina nasnameya kurd de xwediyê pareke girîng e. Nêzîkbûna çand û ziman di vê pêkhatinê de cihekî girîng digire. Navê Îranê ji têgîna Aryen tê, koka xwe diçe heta civaka neolîtîk; tê maneya ‘welatê komên Aryen’. Komên Aryen jî ew qebîle û klanên şivan û cotkaran in ku şoreşa neolîtîk pêk anîn. Ji van koman Proto Kurd weke çand ji komên pêşeng in ku derketin ser dika dîrokê. Ya rastî, têgîna Arî ji bo danasîna van koman tê bikaranîn. Ard bi maneyeke xwe tê maneya erd, bi maneya xwe din jî tê maneya ar ango agir. Di herdu maneyan de heman rastî tê îfadekirin. Di bingehê têgîna Îranê de pîroztiya ard û ar heye. Li qûntara çiyayên Zagrosê zivistanan agir, havînan jî cotkarî hêmanên bingehîn ên jiyanê ne. Hem şaristaniya Sumer, hem jî şaristaniya li qûntara çiyayên Zagrosê berhemên agir, cotkarî û heywanxwedîkirina çandên van civakan e. Di tevahiya dîrokê de ango ji Sumer-Gotiyan heta bi Med-Persan, ji Sasaniyan heta bi Îrana îro di tevahiya pêkhatinan de mirov dikare vê rastiyê bibîne. Nasnameya pêşî ya qewmî jî bi rêberiya rahibên Zerdeşt di dema Konfederasyona Med de pêngaveke girîng kiriye û di vê nasnameyê de gihiştine qonaxeke girîng. Med ji aliyê nasnameya kurd ve di dîrokê de xwediyê nasnavê pêşiyên pêşî yên qewmê kurd in. Ya rastî, nasnameya Pers jî hebûna xwe deyndarê Medan e. Dîroka Heredot Medan weke qewmê herî pêşketî yê wê demê dide naskirin, Pers û Grekên wê demê jî mîna şagirtan in ku ji Medan çandê hîn dibin. Di qonaxbihurîna sîstema şaristaniya navendî de bi kêmanî bi qasî Sumeran bi rolekê rabûne. Çanda Medan bingehê şaristaniyên Pers, Ege, Helen û Romayê daniye û pêkhatina wan mumkîn kiriye."   'Şîatî jî bûye parçeyekî îdeolojiya desthilatdariyê'   Abdullah Ocalan derbarê çanda baweriyê de jî wiha nêrînê xwe tîne ziman: "Heman mîrateya dîrokî di pêkhatina çanda Îslamê ya serdema navîn de bi roleke girîng rabûye. Beşekî mezin ê Quranê ji ber doktrîna Zerdeşt hatiye girtin. Beşekî mezin kategoriyên hem baweriyê hem jî exlaqî ji vê rêûresmê tên. Êzidîtî beşekî piçûk ê vê rêûresmê ye ku hê jî hebûna xwe dewam dike. Di nava rêûresma kurdên elewî, soran û lor de para vê mîrateyê heye.   Îran a Şîa bi awayekî kategorîk ji hebûna qewmên tirkmen, fars û kurdan ên li dijî Îslama Sunnî ya desthilatdar hevgirtine, pêk hatiye û ava bûye. Kurdekî xwedî ocax ê bi navê Şêx Sefiyuddîn bingehê mezhebê Sefewiyan daniye. Şêx Sefiyuddîn di heman demê xanedanê pêşî yê Şîiyan e. Bi demê re xanedanên bi giranî Tirkmenên Şîî yên li dijî xanedanên Tirk ên Osmanî yên Sunnî jî bi nexweşiya desthilatdariyê ketin û nikarîbûn xwe ji vê bikin. Ji konfederasyoneke siyasî ya bi giranî xwe disipêre rêûresmên demokratîk ber bi sîstemeke dewletê ya bi giranî xwe disipêre burokrasiya navendî ve vediguhere. Şîatî jî bûye parçeyekî îdeolojiya desthilatdariyê. Herçiqasî beşekî wê yê girîng bi rêûresmên antî-desthilatdar heta roja me ya îro hatiye jî Îslama Şîa jî mîna Îslama Sunnî desthilatperest û dewletperest e. Bi awayekî balkêş pirraniya Kurdên Îranê bi rêûresmeke Îslamî yê ne hişk li dijî desthilatdariyên Şîa temsîla muxalefetê dike ango temsîla rastiyê dike. Kurdîtiya hemdem a Îranê ji serê sedsala 19'an ve hewl daye li dijî desthilatdariyên Şîa şikil bide xwe."   Berxwedana li dijî Komara Îslamî    Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser Simko û Komara Mahabadê: "Serîrakirina Simko di sala 1920’an de, ezmûna Komara Mahabadê di sala 1946’an de vê rastiyê îfade dikin. Ev rêûresm û rastiya berxwedanê, herî dawî bi helwesta xwe ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê ya bi pêşengiya Xumeynî (desthilatdariya despotîk a Îranê) xwe careke din piştrast kiriye. Hem Sunnîtî, hem jî Şîatî, çandên Îslamî yên desthilatparêz li ser kurdan mîna kirasekî li wan nayê, mîna kirasekî gemarî yê bi darê zorê li wan kirine, disekinin. Kurd dema firsendê dibînin nabînin van kirasên gemarî û qirêj ji xwe dikin û bi kirasên çandî yên heqîqeta xwe, xwe gurçûpêç dikin."   'Li dijî desthilatdariya Şîa pozîsyona wan demokratîk e'   Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku qutbûna kurdên Îranê ji yekparebûna kurd û Kurdistanê de para Peymana Qesrî Şîrîn 1639 heye û para wê girîng e û wiha behs dike: "Ji ber ku bi vê peymanê kurdên Zagrosê ji yekparebûna kurdan qut dibûn. Kurdên Îranê şaneya kok a nasnameya kurd bûn. Nûnerên rêûresma Zerdeştî bi xwe bûn. Li dijî desthilatdariya Şîa pozîsyona wan demokratîk e. Mîna têkoşîna azadiyê ya demokratîk a kurdên elewî li Rojavayê Kurdistanê li dijî rêûresma desthilatdariya sunnî dimeşînin, bi awayekî mîna wê kurdên sunnî yên li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî desthilatdariya şîa dimeşînin. Ev rewş bi çavkaniyên îdeolojîk û çandî yên desthilatdariyê re têkildar e. Di rastiya kurd a Îranê de çanda serdest ji dînî û mezhebî bêhtir etnîk û qewmî ye. Di nava çanda Şîa de xisletên qewmî yên fars û azeriyan bêhtir qels dibin, lê pirraniya kurdên ji ber dijberiya xwe ya li beramberî çanda fermî ya Şîa xisletên xwe yên qewmî parastine. Li aliyê din, Kurdên Şîa yên hindikayî ne, û Kurdên Lor (Yek ji şaxên çandî yê Kurdan ê herî kevin) xisletên wan ên qewmî jî qels bûne. Di nava çanda Şîa de zû asîmîle bûne."   Tasfiyekirina otoriteyên eşîr û begtiyên kurdan   Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser tesfiyekirina otoriteyên eşir û begtiyên kurdan: "Li Rojhilatê Kurdistanê di pêkhatina nasnameya kurd a hemdem de pareke girîng a bandora berxwedanên 1806 yên bi pêşengiya Babanzadeyên Soran hene ku heta roja me ya îro dewam kirin. Bandora isyanên di serê sedsala 19'an de pêk hatin giştî ye. Tevgerên bi armanca xurtkirina desthilatdariya navendî û tesfiyekirina otorîteyên eşîr û begtiyên kurdan hatin kirin, herçiqasî desthilatdariyên hevkar ên ji rêûresmê jî tesfiye kiribin, lê nikarîbûne li ser çanda civakî zêde bi bandor bibin. Bi awayekî Kurdîtiya desthilatdar tesfiye bûye, lê Kurdîtiya civakî ber bi qonaxeke nû ve beridiye. Bi giranî isyan bi armanca desthilatdariya ji dest hatiye dayîn ji nû ve bi meqseda bidestxistinê pêk hatine. Ji armanca pêşdebirin û parastina hebûna neteweyî ya tevahiya kurdan mehrûm in. Pêwîst e ku mirov baş li vê xisleta otonomiyên arîstokratîk serwext bibe û divê cudahiya wan ji tevgerên azadî û parastina hebûna neteweyî pêşde dibin, bibîne."   'Gelek peyman hene ku bi dizî hatine mohrkirin'   Abdullah Ocalan têkiliya di navbera Tirkiyeyê û Îranê ya li dijî kurdan wiha tîne ziman: "Şer û pevçûnên li ser otonomiyê yên ne demokratîk, ji ber şêweyê pêkhatina çînî ya pêşengên wê bi giranî bi têkçûnê bi encam bûne û vê yekê bi tevahî zirar û ziyaneke mezin daye hebûna neteweyî ya kurd û azadiya wî. Her têkçûnekê bi xwe re rê li ber şikestinekê vekiriye û her şikestinê jî bi xwe re gaveke din qirkirina çandî pêşde biriye. Li Rojhilatê Kurdistanê, tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî ya sala 1878’an, tevgera Simko a salên 1920’an û tevgera Qazî Muhammed di salên 1945’an de rê li ber encamên bi heman rengî vekirine. Têkçûn û bêhtir tepisandinê, hebûna neteweyî û azadiya wî zêdetir qels kiriye û hiştiye ku bikevin rewşeke bêhêvî. Ezmûna Komara Mahabadê ya bi pêşengiya Qazî Muhammed tevî karektera xwe ya hemdem a gelparêz, nikarîbû xwe ji aqûbeta isyanên din xelas bike. Faşîzma Tirk a Spî û faşîzma Riza Pehlewî di sala 1937’an de peymaneke bi navê Pakta Sadabadê mohr kirin û ev bi xwe şêweyekî hemdem ê Peymana Qesrî Şîrîn bû, armanca wê bi awayekî hevpar tesfiyekirina tevgera azadiyê bû û bêhtir dabeşkirina kurdan bû. Roja me ya îro li Tirkiyê di navbera desthilatdariya faşîst a Kesk û desthilatdariya faşîst a Îrana Îslamî de li dijî têkoşîna azadkirin û parastina hebûna neteweyî ya Kurdistanê, gelek peyman hene ku bi dizî hatine mohrkirin û têne meşandin.   Ji bo berjewendiyên xwe yên rojane...   Li ser nasnameya neteweyî û pekparebûnê jî Abdullah Ocalan wiha nêrînê tîne ziman: "Li Ewropayê, li Federasyona Sovyetê ya berê û li gelek welatên Rojhilata Navîn, hebûneke mirov dikare jê re Dîaspora Kurd bibêje hestyariya wê ya neteweyî pêş dikeve heye û her diçe dibe parçeyekî girîng ê nasnameya neteweyî...  Sîstema hegemonîk li ser navê Kurdîtiyê li her parçeyî Kurdîtiyeke lihevçêkirî, sexte û jirêderketî çêdike, hêmanên hevkar ên vê Kurdîtiyê weke maske li rûyê xwe dixin, bi awayekî bingehîn dixwazin qirkirina çandî ya demeke dirêj bajo, rewa bikin. Yên li ser hebûna neteweyî ya Kurd xebatên entelektuel, polîtîk û estetîk dimeşînin, xusûsa bingehîn a divê kêliyekê be jî ji bîr nekin û di cîhana xwe ya hisan de zindî bigirin ev pêkhatinên Kurdîtiyê yên sexte yên bi maske û ser rastiyê digirin bi xwe ne û divê hay jê hebin ku ev pêkhatin xefik in. Niyeta wan çi dibe bila bibe, rola wan rewakirina qirkirinê ye. Bi qasî ku xuya dike, ev kes îdea dikin, ew hêmanekî hebûna neteweyî ya kurd in, û hewl didin vê realizasyone bikin, lê bi xwe kurmê darê ne, qurmê wê dixwin, hêmanên potansiyel ên hebûna neteweyî ya kurd dikeritînin. Mixabin cihê xemê ye, pirraniya wan jî vê rola xwe ya kurmê darê bi nezanî ji bo berjewendiyên xwe yên rojane dikin û ya ji vê jî xeternaktir vê bi niyeta baş dikin."   'Têkoşîna di navbera herdu meylan de dê encamê diyar bike'   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar dike ku di nasnameya kurd a hemdem de du meyl weke du seriyên dijber bi hev re hene û wiha bal dikişîne ser mijarê: "Di vê rewşê de rastiya neteweyî ya kurd a hemdem bi du seriyên berevajiyê hev, hewl dide xwe heyî û azad bike.    Meyla yekemîn; di bin statuyeke ji mêtingehê wêdetir de bi rêbazên modernîteya kapîtalîst ên weke dagirkirin, îstîla, îmha, tenkîl, tedîp, asîmîlasyon û heta bigihîje qirkirinê awayeyekî tesfiyeyê û bi vî awayî wî ji netewebûnê derdixe, nahêle bibe civaka neteweyî ya azad û di encamê de tine dike. Di vê meylê de xusûsa bingehîn a divê haya me jê hebe ew e, qirkirinên cihû, cermesor û ermeniyan bêhtir fizîkî pêk hatin, lê qirkirina kurdan ji van wêdetir bi rêbazên qirkirina çandî pêk tînin; vê jî bi komên kurdparêz ên sexte û xayinên wan pirr ên ku mîna kurdîtî heye û kes destê xwe nadiyê nîşan didin, rewa dikin.    Meyla duyemîn; li dijî meyla yekemîn weke neteweya kurd bi awayekî xweber an jî bi serwextî, rêxistinî û çalakî bi wê re dimeşe û ji bo hebûn, meşandina hebûnê û bi vê hebûnê re yekparekirin û azadkirina tevahiya parçeyan, û bi vî awayî jî avakirina civaka neteweyî ya kurdê azad e. Di nasnameya kurd a hemdem de ev herdu meyl weke du seriyên dijber bi hev re hene. Gelo meyla dikuje, jiyanê her roja diçe ji holê radike û bêmane dike, yan jî meyla jiyanê heyî û yekpare dike, jiyanê manedar û azad dike wê bi ser bikeve?    Têkoşîna di navbera herdu meylan de wê vê encamê diyar bike. Ev pêvajoya hemdem a bi qasî dused salan dewam dike û em dikarin jê re têkoşîna ji bo parastin û azadkirina hebûna neteweyî bibêjin, bi berxwedana çandî ya kurd a di qada îdeolojîk, eskerî, siyasî, civakî, ekonomîk û dîplomatîk de kirî, dike û wê bike, di asteke manûnemanê de bi têkoşîna berfireh a stratejîk û taktîk a hêzên azadîxwaz û demokratîk wê diyar bibe."