Li başûrê Kurdistanê mafê 301 rojnamegeran hat binpêkirin 2023-01-16 16:26:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Metro bi rapora xwe ya salane ragihand ku di sala 2022’yan de mafê 301 rojnamevanan hatiye binpêkirin.    Li parêzgeha Silêmaniyê, Navenda Metro bi daxuyaniyek çapemeniyê bîlançoya sala 2022’yan ya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan hatîn kirin bi daxuyaniyeke eşkere kir. Lêkolînvana Navenda Metro Hejan Xalid rapora bilançoya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan ya sala 2022’an xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Piştî 32 salên desthilatiya hevbeş ya du hêzên Kurd PDK û YNK’ê, rojnamevan di dema li ser karê xwe ne û bûyeran lêkolîn dikin de, rastî êrişan û binpêkirinên cur be cur tên. Ev di demek wiha de ye ku berpirsên Herêma Kurdistanê berdewam qala avakirina hewaya azadiyê ji bo ragihandinê de dike ye.   Di sala 2022’yan de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnamevan û saziyên medyayê hatine pêkanîn. Bi vî awayî 195 buyerên pêşîlêgirtinê, 68 buyerên zeftkirin û şikandina kel û pelên rojnamevanan, 46 bûyerên êriş û gefan, 4 bûyerên girtina bi biryara dadgehê, 26 bûyerên lêdan û birîndarkirinê, buyerek ya girtina qenal, 2 bûyerên êrişên bi mûşekan, 3 bûyerên serdegirtina malên rojnamevanan û 6 bûyerên êrişên elektronî pêk hatine.   Piranî binpêkirinên hatîn pêkanîn ji aliyê hêzên emnî ve hatine pêkanîn. Di sala 2022’yan de reftarên hêzên ewlekariyê li beramberî tîmên ragihandinê nehatiye guhertin. Di heman demê de di buyerên ku nirxê wan yê bûyîna nûçe heyî de, ji bo bûyerê lêkolîn nekin astengî ji rojnamevanan re hatiye derxistin. Binpêkirinên yasayî û reftarên li dijî prensîbên demokrasiyê û mafên mirovan, bû sedem ku rêxistinên navneteweyî di aliyê azadiya fikir û rojnamevanan de rexne li desthilatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bike û daxwaz bike ku binpêkirinên li ser mafê azadiya fikir were rawestandin."