Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikeve meha 5'an 2023-01-16 14:10:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên gelên rojhilatê Kurdistan û Îranê ya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro 4 mehên xwe temam dike û dikeve meha 5’an ku tevî hemû kuştin, gulebaranên raste rast, cezayên darvekirinê, girtin û êşkenceyan bê navber dewam dike.   Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû kuştin, gulebaranên raste rast, cezayên bi darvekirinê, girtin û êşkenceyan bê navber dewam dike. Her wiha Serhildanê bi kuştin û girtinan 4 meh derbaz kir û dikeve meha 5’an.   Duh bi şev li 8 navçeyên bajarê Tehranê welatiyan li ser şaneşîn û serbanên avahiyan dirûşmên li dijî desthilatî û rewşa xirab a jiyanê berzkirin û destnîşankirin ku heta digihijin armanca xwe wê çalakiyên wan berdewam bikin. Di heman demê de xwendevanên zanîngehê bi çalakî û bi berzkirina dirûşman hêrsa xwe ya li dijî desthilatdara Komara Îslamî nîşandan. Her wiha li bajarên weke Zencan û Mahşehîr karkeran grev kirin û li dijî şert û mercên karkirinê û pêkneanîna daxwazên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman.   Êrîşên dewletê li rojhilatê Kurdistanê   Li Rojhilatê Kurdistanê jî hewlên hêzên dewleta Îranê yên ji bo girtina çalakvan û xwepêşanderan berdewam bû. Duh nasnameya 50 kesên ku di nava hefteyên borî de li Ciwanro hatîn girtin, hat belavkirin. Heman demê de li bajarên Sine, Seqîz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din pêngavên dewletê yên ji bo girtina çalakvanan berdewam kir. Li gel girtin û binçavkirina welatî û çalakvanan, sepandina cezayên hîn girantir li ser çalakvan û xwepêşanderan her ku diçe zêdetir dibe. Duh jî nav û cezayê komek din ji bo xwepêşanderan hat ragihandin.   Serhildanê 4 meh li dû xwe hiştin   Xwepêşandarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 16’ê Îlona sala 2022’yan de, piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên hîcab ên Îranê ve ku dema ji aliyên polîsên exlaq ve hat girtin û bi êşkence û lêdan ket komayê û piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest day, hatin destpêkirin. Xwepêşandan bi pêşengtiya jinan û ciwanan di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de 4 mehin li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 500 kes hatine qetilkirin ku zêdetirî 120 kes jê Kurdin. Her wiha zêdetirî 19 hezar kesan jî hatine girtin. Ji vê hêjmarî herî kêm li 112 kesan cezayê darvekirinê  hatiye birîn ku heta niha 4 xwepêşander hatine darvekirin.   Ji bo piştevaniyê çalakî   Li gel derbasbûna 4 meh bi ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, biryare îro li bajarê Strasbourg a Fransayê ji bo piştgiriya ji xwepêşandanê li Îranê re xwepêşandanek mezin were li darxistin. Her wiha bang li welatên Ewrupayê hat kirin ku ji ber hewlên serkutkirinên bi xwîn yên Artêşa Pasdaran yên li beramberî xwepêşanderan, bê xistina ‘lîsteya terorîstan’ de.