Jinên Efrînê damezrandina Kongra Star pîroz kir 2023-01-15 20:35:07   NAVENDA NÛÇEYAN- Kongra Star a Herêma Efrînê bi wesîleya 18'emîn salvegera damezrandina xwe şahiyek pêk anî.Bi sedan jinên Kurd, Ereb û Tirkmen beşdar bûn.   Kongra Star şahî li Salona Diyar a navçeya El Ehdas a Şehbayê li dar xist.Rêveberiya Kongra Star Rîhana Elo axivî û salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan pîroz kir û got:" Ez vê boneyê li tevahî jinên cîhanê, Rojava û herêma Efrîn û taybet jinên di kampan û malên nîvrûxandî de li ber xwe didin, pîroz dikin."   Rîhana Elo lê zêde kir ku jinan roleke mezin di birêvebirina civakê de di aliyê leşkerî, civakî, aborî û çandî de di şoreşa Rojava de lîst. Rîhana di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew û jinên herêma Efrînê dixebitin da ku azadiya jinan li cîhan û Sûriyê pêk bînin.   Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa Hisên diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, jin karî xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bike û civaka xwe ji bindestiyê xilas kir.    Paşê koma Şehîd Mizgîn a stranan û girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn hin stran pêşandan û beşdaran li ber wan xelekên govendê gerandin.