Berxwedana 'Jin jiyan azadî' dewam dike 2023-01-15 13:51:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li ser xwepêşandanên bi dirûşma "Jin jiyan azadî" re 4 meh derbas dibin, bi awayê cuda çalakî û nerazîbûn didomin.    Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li ser xwepêşandanên bi dirûşma "Jin jiyan azadî" re 4 meh derbas dibin, bi awayê cuda çalakî û nerazîbûn didomin. Herwiha çalakvan li Fransa ji bo piştgiriya çalakiyên li Îranê xwe ji bo çalakiyek befireh amade dikin.    Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh bi awayen cuda çalakiyan berdewam kir. Bi taybet bi nivîsandin û gotina dirûşmeyên li cihên giştî, nerazîbûnên xwe li dijî biryarên darvekirinê tînin ziman. Li gorî dîmenên hatine parvekiirin, li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek ciwan bi pêxistina agir û dirûşmeyan nerazîbûna xwe li hemberî desthlatdariya Îranê anîn ziman. Li bajarê Bokanê merasima roja jidayikbûna Hejar Mam Xusrewî ku yek ji xwepêşanderên wî bajarî yê hatiye qetilkirin li ser gora wî pêk hat.   Herwiha jina ji xelkê Sine ya bi navê Ferîde Seleatî Pur ku di 17’ê Mijdarê de di dema xwepêşandanan de gule li ber çavê wê ketîbû, êdî nabîne. Ji ber zextan ev 2 meh bûn ev agahî parve nedikir.   Duh Meclîsa Pîşeyî ya Xwendekarên Îranê, diyar kir ku xwendekar Dunya Ferhadî ya xelkê bajarê Êze ku cenazeyê wê li Ehwazê hatibû dîtin, xwe nekuştiye, hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniya Meclîsa Pişeyî ya Xwendekarên Îranê Xwendekar Dunya Ferhadî piştî roja 7’ê Kanûna 2022’yan li qada xwepêşandanên di nava Zanîngeha Ehwazê li gel xwendekarên Besîcî dikeve nîqaşê, piştre ji aliyê wan xwendekaran ve bi guleyê tê kuştin û cenazeyê wê avêtine nava rûbarê Karûn.   Li gel berdewambûna nerazîbûnan, pêla girtin û binçavkirina çalakvan jî berdewame. Li derveyî Îranê, çalakiyên ji bo piştgiriya xwepêşanderan berdewam dikin. Li Keneda hejarek Îranî tevî hewaya sar çalakiyek li dar xistin û biryara ku sibe li gel darbasbûna 4 meh li ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, welatiyên Îranê yên li Ewropa çalakiyek girseyî li bajarê Strasbûrgê yê Fransa li dar bixin hat dayîn.   Li gorî gotina çalakvanên Îranê, ji derveyî piştgirîkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê daxwaz ji Yekîtiya Ewropa bikin ku ji ber rola Artêşa Îranê ya di çewisandina xwepêşanderan de, vê hêzê weke ‘terorîst’ nas bike.