4 kesên destdirêjî li zarokekê kiribûn hatin girtin 2023-01-14 20:37:12   WAN - Li navçeya Bêgiriyê 4 kesên ku destdirêjî xwendekarek lîseyê kiribûn, hatin girtin.   Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji sala 2020’an de li zarokek lîse dixwend destdirêjiya sîstematîk lê hatibû kirin. Zarok di 5’ê çile de diçe li emniyete gilî dike. 6 mêr hatibûn binçavkirin. Ji van her 6 kesan 4 heb bi îdiaya ‘îstîstmara zayendî ya li hember zarok’, ‘şantaj’ û ‘heqaret’ ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Kesek bi şerta kontrola edlî û kesek jî bêyî ku der barê wî de tiştek bê kirin, hat berdan.