Xwendekar: Em li dijî destdirêjiyê bêdeng namînin 2023-01-14 19:08:37   EDENE - Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê der barê destdirêjiya li zaroka ku li qada zanîngehê pêk hatiye daxuyanî dan û diyar kirin ku berpirs rêveberiya zanîngehê ye û gotin: “Bêdeng nemînin.”    Li i nêzî Yurda Jinan a Toros a li qada zanîngehê bû, li zarokekê destdirêjî hat kirin. Xwendekarên Zanîngeha Çukurova der barê mijarê de daxuyanî dan û mijar protesto kirin. Xwendekar li Qada Ciwanan hatin gel hev û HDP û HDK’ê jî piştgirî da daxuyaniyê.   Xwendekar Ozge Turkoglu got du zarokên li yurdê diman ji aliyê kesekî ku nasnameya wî ne diyare ve hatine revandin û birine baxçeyê zeytunan yê nêzî Yurda Jinan a Torosê û got: “Gumanbar destdirêjiyê li zarokekê dike. Zaroka din direve û alîkariyê dixwaze. Peywirdarê ewlehiyê dibêje gumanbar ji herêmê reviyaye. Lê em dibêjin ku rêveberiya zanîngehê ji ewlehiyê berpirse.  Li her derê Tirkiyeyê çawa ku tedbîr nayên girtin, gumanbar jî tên parastin. Em xwendekar li dijî vê bêdeng namînin.”   Ozgeyê her wiha diyar kir ku wê destur nedin ku serê bûyerê bê veşartin û wê şopdarê bûyerê bin. Her wiha Ozgeyê li ser navê hemû xwendekaran ev pirs ji rêveberiya Zanîngeha Çukurovayê pirsîn:   *Berê li yurdên kampusê gelek bûyerên tacîzê hatin jiyîn we ji bo çareseriya pirsgirêkan çi kir?   *Li xwendekarên jin ji ketin û derketina yurdê bigirin heta terza jiyanê mudaxale heye. Çima hun mudaxaleyê kesên biyanî yên diriya yurdê de nakin?   *Riya yurdê çima lambe lê nayên bicihkirin û çima hun trafîka wê kontrol nakin?    *Em bang li Yekîneya Pêşîgitina Tacîza Zayendî dikin ku pêşî li bûyerên li kampusê bigirin, der barê vê de xebatan bimeşînin û pêngavên bi bandor bavêjin.