Li Arjantinê pakrewanên Parîsê hatin bîranîn 2023-01-14 15:57:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Arjantînê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de bi çalakiyan hatin hatin bîranîn   Li gelek navendên Arjantînê yên weke Buenos Aîres, Cordoba, Villa Guardini di navbera 9 û 13’ê çileyê de çalakî û bîranînên li ser Komkujiya Parîsê hatin lidarxistin. Di merasîmên bîranînê ên li Cordoba û Vîlla Guardini de di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de şehîdên Şoreşa Kurdistanê hatin bîranîn. Li gel sînevîzyona li ser têkoşîna Sakîne Cansiz û Evîn Goyî, nivîsa li ser têkoşîna Nagîhan Akarsel jî hate xwendin.   Li bajarê Buenos jî di 12’yê çileyê de dayîkên Plaza De Mayo di çalakiya xwe ya vê heftê de ku her roja pênçşemê aqûbeta windahiyên xwe dipirsin, şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn. Di axaftinên çalakiyê de diyar kirin ku Komkujiyên Parîsê ji aliyê heman hêzan ve hatin kirin û bal kişandin ser berpirsiyariyên dewleta Fransa ya ji bo zelalkirina komkujiyan. Di dawiya çalakiyê de dirûşmeya, “Şehîdên Kurdistanê li vir in. Niha û her dem” hate berzkirin.   Li ber konsolosxaneya Fransayê bi îmzeyên, Memorîa Verdad Y Justicia, Dayîkên Plaza De Mayo, Koma Perwedehiya Gel Pañelos en Rebeldia, Tevgera Winda û Girtiyên berê, Ni Una Menos, Nunca Mas, Partiya Karkeran, Azadî Ji Bo Jinan, Serpaj jî di nav de gelek partî, tevger û rêxistinan çalakiyek hate lidarxistin.   Çalakvanan daxwaz ronîkirina komkujiyên li Parîsê kirin û name û dosyayek ku di nav de daxwaz û îmzeyên organîzasyonan hebû danîn û daxwaza hevdîtîna bi Balyozxaneya Fransayê re kirin. Dosya ji aliyê Sekretera Yekem a Balyonzxaneyê Virginia Reynal ve hate qebûlkirin û hate diyar kirin ku wê di rojên pêş de randevûyek bê dayîn. Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.