Dayikên Şemiyê: Divê bersûc neyên parastin 2023-01-14 15:56:22       STENBOL- Dayikên Şemiyê yên Abdullah Canan ê 27 sal in di bin çavan de hatiye windakirin bi bîr anîn gotin:"Divê bersûc neyên parastin."   Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta windayan bipirsin û ji bo bersûc bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixistin. Piştî Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin şûnde di hefteya 929'an de bi rêya onlineyê çalakiya xwe li dar xistin. Di vê çalakiyê de dosyaya Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'a de ji Geverê diçû Colemêrgê hat binçavkirin û piştî mehekê şûnde cenazeyê wî hat dîtin, parve kirin. Îşkence li cenazeyê Abdullah Canan hatibû kirin.    Hesab nayê pirsîn    Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Mukaddes Şamiloglu xwend. Ji ber daraz ne bêalî ye loma jî pirsîna hesab tê astengkirin. Hiqûq bûye alavê rejîma otorîter."   Mukaddesê piştre çîroka Abdullah Canan parve kir.    Mehmet Emin Yurdakul gef lê xwar   "Abdullah Canan ê 43 salî li Geverê mirovê kar bû. Ji ber li herêmê binpêkirina mafan rû didan û malbata wî dibû hedef loma serî li dozgeriyê da. Bi 7 xizmên xwe re serlêdan kirin. Giliyê serbazê bi navê Mehmet Emin Yurdakul kirin. Piştre Yurdakul, Canan û 2 kesên din ên gilîyê wî kiribûn gazî tabûrê kir. Xwest dev ji giliyên xwe berdin. Abdullah Canan dema got ew dev ji giliyê xwe bernadin loma jî serbaz Yurdakul gef li wî xwar. Piştî van bûyerana çend rojan Abdullah Canan, di 17'ê Çileya 1996'an de ji bo biçe Colemêrgê ji Geverê veqetiya."    Bi îşkenceyên giran hat kuştin    Li gor beyanên şahidan li ser rêya Gever û Wanê erebeya wî hat sekinandin û hat binçavkirin. Ew bi wesayita zirxî birin Tabura Komandoya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li meqamên navxweyî û navneteweyî hemûyan xist. Lê belê hat înkarkirin ku hatiye binçavkirin. Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Canan ê îşkence lê hatibû kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi guleyên ji mesafeya kurt hatibû berdan hatibû kuştin. Dest, ling û devê wî girtî danîbûn ber menfezeke li ser rêya Gever-Esendereyê."   Hemû bersûc hatin beratkirin   Mukaddesê got:"Piştî qetilkirina wî malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û giliyê Mehmet Emin Yurdakul kir. Li Tabura Geverê Kahraman Bilgiç îtiraf kir ku Canan bi îşkenceyê lêpirsîn kirine. Li ser fermana Mehmet Emin Yurdakul, fermandar Nihat Yigiter Canan bi çekê kuştiye. Di 12'ê Mijdara 1999'an de derbarê hemû bersûcan de biryara beratê hat dayin. Malbatê li ser vê yekê di 1'ê Kanûna 1997'an de doz bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Navê bersûcan diyar e lê bê ceza hatin hiştin."   'Em ê windayên xwe ji bîr nekin'   Piştre kurê Abdullah Canan, Tayyup Canan axivî. Tayyup da zanîn bavê wî hatiye kuştin û got divê dawî li mijara ketiye ber demboriyê bê û got:"Darizandina bersûcan ji aliyê sîstemê ve tê astengkirin. Lêkolîneke cidî nayê kirin. Em ê windayên xwe ji bîr nekin. "