Xizmên Windayan xwestin kujer bên cezakirin 2023-01-14 13:52:16       AME - Xizmên Windayan di hefteya 727'an de li aqûbeta Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 727’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqûbeta kujerên Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amadebûn.    Di destpêke de Sekretera Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Yakup, bi lêv kir ku bi salan e ew bi daxwaza edaletê çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Lê hê jî malbatên windayên ku hestiyên windakiriyên xwe nedîtine hene. Bi hezaran kujer hene ku hê nehatine ceza kirin. Em dixwazin ji kujeran hesab bê pirsîn. Heta windakiriyê dawî bê dîtin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    Pişt re jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî. Mehmet bi lêv kir ku ji bo demokrasiyeke mayînde dîtina windakiriyan û ceza kirina kujeran pir girîng e. Mehmet diyar kir ku sala 2022’yan ji bo dayikan saleke bêedalet derbas bû û axaftina xwe wiha domand: “Lê çi dibe bila bibe em windakiriyên xwe ji bîr nakin. Heta kujer bên dîtin têkoşîna me wê berdewam bike. Di sala 2022’yan de jî edalet pêk nehat. Doza Mûsa Anter bi necezakirinê encam girt. Daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Bi rû bi rû mayineke rasteqîn êşên me wê xweş bibin.”     Çîroka kesen ku hatine qetilkirin ji aliyê Endama Lîjneya ÎHD’a Amedê Derya Yildirim vê hat xwendin. Derya anî ziman ku piştî bûyerê malbatên kesen hatine qetilkirin qala şahidiya bûyerê kirine û tiştên ku malbatên wan gotine wiha anî ziman: “Hevjina Suleyman Gaysak, Leyla Gaysak derbarê qetilkirinan de gotibû, ‘Hevjîne min bi apê min ve ji malê derketin. Piştî ew ji malê derketin 20 deqe derbasbûn kesek nenas telefon li malê kir û got merivên we revandine, yek ji wan li mezraya Holana Jêr qetilkirine. Ez jî çûm nexweşxaneyê, lê ji ber ku li ber nexweşxaneyê panzer hebû min nekarî  bikevim nexweşxaneyê heqaret li min kirin û ez qewirandim. Me jî dest bi lêgerina hevjînê min û xizmên me kir. Piştî 3 rojan me li mezraya Kirijê ber bi Bozalan ve rêçên wesayiteke dît, me rêç şopandin û li pêy şopa rêçê em rastî kortekê hatin. Di kortê de me cenazeyên xizmên xwe dîtin.’    Îsa Akman jî gotibû, Yaya jî di nav xizmên me yên ku hatibû windakirin de bû. Me xwest daxwaznameyê bidin dozgeriyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê lê polîsan destûr neda ku em têkevin hûndir û xizmên me derb kirin. Min di kortê de rûye zarokê xwe Yahya nas kir. Tiliya zarokê min a gustîlê jê kiribûn û gustîl biribûn. Bedana her çaran jî pir hatibû hincirîn. Me cenaze xwe bi matorê anîn. Ez ji Abdulhekim Guven, Bedran û Selîm Xoce yê ku zarokê min bi zorê xistin toroseke spî de û ji wan kesên ku ew emir dane wan re gilîkar im.”