Xwepêşandenek mezin li Zahîdanê pêk hat 2023-01-14 11:46:24       NAVENDA NÛÇEYAN - Careke din li Zahîdane ya Sistan û Belûçistanê li dijî desthita Îranê gelek kes daketin qadan. Li bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî çalakî bi awayên cuda pêk hatin.   Serhildana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk te ligel zext û êrişan berdewam dike. Li bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ev 15 heftene her roja Înê li dijî desthilata Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandan pêk tên. Duh di roja Înê de li dijî desthilatê xwepêşandanek berfirek pêk hat. Ji hefteyên din cudatir, duh hejmarek zêdetir xelk tevlî xwepêşandanê bûn.   Xwepêşanderan li dijî Elî Xamneyî ku kesê yekem ê desthilatê de, dirûşmeya, “Na ji sîstemkar re, çi şah be, çi rêber” berz kirin û nerazîbûna xwe nîşandan.   Herwiha li dijî biryarên darvekirinê yên li xwepêşanderan jî tê birîn nerazîbûn nîşan dan.   Her wiha duh li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi nivîsandinê û dirûşmeyên li ser şaneşîn û banên malan li dijî desthilatê nerazîbûn nîşan dan.   Duh tomara dengê yek ji xwepêşanderên Efsehanê Mecîd Kazimî ku li gel 2 kesên din bi sûcdariya kuştina 3 endamên hêzên ewlehiyê cezayê darvekirinê lê hate birîn, hate beravkirin.   Kazimî di vê tomara dengê xwe de diyar dike ku di bin êşkendeyê de, ji neçarî sûcdariyek qebûl kiriye ku nekiriye.   Parêzerê Hunermendê Kurd Seman Seîdî ku cezayê darvekirinê lêhatiye birîn, Hisên Sertîpî eşkere kir ku cezayê muwekîlê wî ji aliyê Dîwana Bilind a Dadê ve hatiye red kirin û dosya wî ji bo Serdozgeriya Giştî hate vegerandin.   Li Rojhilatê Kurdistanê jî hîn li gelek bajaran serweriya leşkerî berdewam dike û pêla serdegirtina malan û girtina çalakvanan berdewame.