Li Zanîngeha Zurihê li ser mijara 'Lozan' nîqaş hatin kirin 2023-01-14 10:43:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Zurih ê Swîsreyê panela bi sernavê  ‘Peymana Lozanê ya 100 salî û Kurd’ hat lidarxistin. Nilufer Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê bû sembola parçekirina Kurdistanê û afirandina pirsgirêka Kurd.   Li Zanîngeha Zurihê bi beşdarbûna Berdevka Têkiliyên Derve a KNK’ê Nilufer Koç re panela bi sernavê ‘Peymana Lozanê ya 100 salî û Kurd’ hat lidarxistin.   Panel li Zanîngeha Zurihê bi pêşengtiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve hate organîzekirin. Xwendekarên zanîngehê û aktivstên Komîteya Zurîh a Rojava beşdarî panelê bûn.   Moderatoriya panelê ji aliyê Sekretera Giştî ya Partiya BastA! Franzîska Stier ve hate kirin û Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve a KNK’ê Nilufer Koç der barê pêvajoya dîrokî ya îmzekirina Peymana Lozanê û geşedanên piştî wê nirxandin kir.   Nilufer Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê bû sembola parçekirina Kurdistanê û afirandina pirsgirêka Kurd û wiha got: “Piştî vê peymanê Kurd li Rojhilata Navîn kirin anîn rewşa pirsgirêkê. Ew peyman ji aliyê dewletên emperyalîst ên wê demê yên weke Brîtanyaya Mezin ve bi zanebûn ji bo Kurdan pirsgirêk çêkirin.”   Nilufer Koç diyar kir ku Lozan di rastiyê de encama pêvajoyekê ye û anî ziman ku pêvajoya Lozanê bi Konferansa Parîsê ya sala 1919 û Peymana Sevrê ya sala 1920’an ve hate diyarkirin.   Nilufer Koç got: “Piştî ku hat zelalkirin wê netew-dewleta Tirk ava bibe, ev gelên ji xeynî Kurdan tevî ku gelek xwîn hatibin rijandin jî bi demê re netew- dewletên xwe avakirin. Kurd ku bi pêvajoyê re nekarîn tiştek bi dest bixin, piştî ku bi Lozanê re Kurdistan kirin çar parçe, ketin destê netewe dewletên Tirk, Ereb û Faris û van netewe-dewletan di her firsendê de xwestin Kurdan qir bikin. Di vê pêvajoyê de Kurdan bi zanebûn bê nasname û bê dewlet hiştin. Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vir de pir watedar e: Diyar e ku gelê Kurd ji ber ku li Mezopotamyayê de di pêşketina şaristaniyê de roleke mezin lîstin, ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tên cezakirin. “   Di dawiya panelê de pirsên beşdaran hatin bersivandin. Çalakiyên ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Navendên Civaka Kurd ve ji bo salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tên lidarxistin, wê tevahiya salê bi panel, semîner û konferansan bidome.