Doza Hanîfe Çakici hat dîtin: Malbat ji dozê vekişiya! 2023-01-13 19:46:17   ÎZMÎR- Doza Haydar Çakici ku jina bi navê Hanîfe Çakici qetil kiribû, ji ber malbata Hanîfeyê ji dozê vekişiya, bêyî parêzer hat dîtin.   Li Dîkîlî ya Îzmîrê mêrê bi navê Haydar Çakici li Termînala Otubusan a Dîkîlî, Hanîfe Çakici ya pê re zewicandî  bi kêrê qetil kir. Doza der barê gumanbar Haydar Çakici de li Edliyeya Bergama hat dîtin.  Gumanbar, parêzerên gumanbar tevli dozê bûn. Lê parêzerên Hanîfeyê ji ber malbat ji dozê vekişiya tevli runiştinê nebûn.  Nûnerên Platforma Jinan a Dîkîlî û Jin Bihevre Xurtin ya Îzmîrê doz şopandin.   Gumanbar parastineke ku her tim ji aliyê mêran ve tê kirin, kir û îfadeyên ku sûcdar dikin kir.  Sê şahid hatin guhdarkirin û wan jî dijber Hanîfê  îfade dan û hewl dan gumanbar biparêzin. Runiştin taloqî 10’ê Adarê hat kirin.    Jinan diyar kirin ku wê bi parêzerên dildar dozê bişopînin.