Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir 2023-01-13 16:12:25     STENBOL - Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.    Çi bibû?   Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’yê cotmeha sala 2021’ê de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.    Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’yê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.    Hevdîtin di 2019’an de hat kirin   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’ê de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.    Cezayê dîsîplînê dan   Di heman demê de Serokatiya Lijneya Dîsiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Abdullah Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûbû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.   Herî dawî di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê kanûna 2022’yan û 3’yê çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man.     Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev qedexe di 4’ê çile de hatiye birîn. Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî wek “cezayê dîsiplînê” nîşan da. Lê belê sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin.    Parêzerên Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir. Parêzeran ragihand ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.