700 kesayetan ji seranserî cîhanê banga rawestandina darvekirinan li Îranê kir 2023-01-13 15:29:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî 700 akademîsyen, hunermend, wêjevan, rojnamevan ên gelek welatan bang li dewleta Îranê kir ku darvekirina xwepêşandêran rawestîne.   Zêdetirî 700 akademîsyen, hunermend, wêjevan, rojnamevan û hiqûqnasan ji seranserê cîhanê nameyek amade kir û tê de banga rawestandina darvekirina xwepêşandêran li Îranê kir.   Di nameyê de wiha hatiye nivisî: “Îro neteweyek ji bo jiyanê bi dest bixe, neçar maye dakeve kolanan û wek daxwazeke şoreşgerî ‘Jin, jiyan, azadî’ biqîre. Ev gel dê berdêlê bide. Dewleta Îranê sûcan li dijî xwepêşandêran pêk tîne. Bi şev û roj xwepêşandêr bi guleyan û gazên bi jehrî, di girtîgehan de di bin îşkenceyê, tecawîzê û bêrûmetkirinê de tên kuştin.”