Runiştina Hatîce Onaran hat taloqkirin 2023-01-12 20:07:44   STENBOL- Runiştina doza  endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ji bo belgeyên ku pere ji girtiyan re razandiye bê pêşkêşkirin, hat taloqkirin.   Der barê  endama Lijneya Rêveberiya  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Hatîce Onaran bi îdiaya ‘muxalefeta qanûna pêşîgirtina fînansmana terorîzmê’ doz hatibû vekirin û runiştina dozê li 13’emîn Dadgeha Ceza Girana Edliya Stenbolê hat dîtin. Parêzerên wê Zeynep Ceren Boztoprak û Davut Arslan di dozê de amade bûn û gelek parêzvanên maf jî piştgirî danê.    Parêzerên Hatîceyê parastina xwe kirin û diyar ku pereyên mijara gotinê ne ne tenê ji bo girtiyên diyarkirî ji bo kesên ne mijara îdianameyê ne jî hatine kirin û ji girtiyên edlî re jî hatine şandin.    Li ser vê heyeta dadgehê di çarçoveya îfada parêzeran de daxaz kir ku belge bên pêşkêşkirin, ji bo vê dem da û runiştin taloqî 21’ê Adarê kirin.