Ji bo Nagîhan Erbek ji ATK’ê rapor hat xwestin 2023-01-12 20:05:35   HATAY- Nagîhan Erbek li hember Alper Erbek ku xwestibû wê qetil bike, parastina cewherî pêk anî û qetil kir. Dadgehê daxwaza tahliyekirina Nagîhan Erbek red kir û der barê tenrustiya mêjî de ji ATK’ê rapor xwest.   Li Dortyol a Hatayê di 28’ê Nîsana 2022’an de Alper Erbek hewl da Nagîhan Erbek qetil bike. Nagîhanê parastina cewherî pêk anî û Alper Erbek kuşt.  Runiştina dozê li Yekemîn Dadgeha Cezaya  Giran a Îskenderunê hat dîtin. Nagîhan, parêzera wê Mehtap Sert, malbata Alper Erbek û parêzerên wan amade bûn. Nagîhanê di runiştinê de parastian xwe kir û diyar kir ku Alper Erbek tundî lê kiriye û got: “Ez ji zarokên xwe, malbata wî û hezkiriyên wî lêborînê dixwazim. Carekê de bû. Min bawer nekir miriye.”   Parêzera wê Mehtap Sert jî axivî û got muvekîla wê ji ber bi hewldana qetilkirinê re hatiye rû hev Alper Erbek kuştiye û got: “15 sale zewicandiye. Her tim tundiya sîstematîk lê hatiye kirin. bi bandora travmayê ev pêk aniye. Dikare di sînorên parastina rewa de bimîne. Em tahliya wê dixwazin.”    Heyeta dadgehê der barê tenduristiya mêjî ya Nagîhanê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor xwest û runiştin taloqî 18’ê Gulanê kir.