Şebnem Korur bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat pêşwazîkirin 2023-01-11 19:19:51   STENBOL- Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci piştî biryara tahliyekirinê ji girtîgehê derket.     Danişîna doza Seroka Konseya Rêveber a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, hat lidarxistin. Dadgehê bi heman îdiayê 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Fîncanci birî û biryara tahliyekirinê da. Piştî biryara berdanê jî Fîncanci ji Girtîgeha Bakirkoyê a Jinan derket. Fîncanci, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.   Bi sedan kes li ber girtîgehê ne   Piştî biryarê nav de hiqûqnas, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û jinan jî nav de bi sedan kes li ber girtîgeha Jinan a Bakirkoy hatin gel hev. Şebnem bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.     Şebnem Korur Fîncanci piştî ji girtîgehê derket, li ber girtîgehê daxuyanî da.    Şebnemê bal kişand ser eleqeya rojnamevanan û got: "Ên nûçe çênekirin, deng ji xwe dernexistin em wan datînin aliyekî." Şebnem wiha axivî: "Me çi dîtibe, rastî çi be me ew got. Ev berpirsiyariya me parêzvanên mafên mirovan e."   ‘Çi ji destê me bê em ê bikin’    Şebnemê bertek nîşanî cezayê lê hatiye birîn jî da û got: "Ji bo pêşîgirtina li hemû çekan, ji bo qedexekirina bikaranîna wan û ji bo rakirina wan çi ji destê me bê em ê bikin. Ji lewre divê mirov tenê mirovan esas negire. Pêşîgirtina li ber hemû tiştên ku zirarê didin gerdûna me berpirsiyariya me hemûyan e."    Şebnemê diyar kir ku dê têkoşîna wan bidome û got ku ev têkoşîn dê neqede.