Rûniştina Şebnem Korur Fincanci dest pê kir 2023-01-11 11:04:50     STENBOL - Rûniştina sêyemîn a Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya ji ber nirxandina li ser çekên kîmyewî kir bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin li Edliyeya Stenbolê dest pê kir.    Rûniştina sêyemîn a Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya ji ber nirxandina li ser çekên kîmyewî kir bi iddiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayana Stenbolê dest pê kir.    Bi sedan parêzerên dildar tevlî rûniştinê bûn. Ji ber cihê eywanê biçûk bû gelek kes negirtin eywanê. Polîsan bi mertalan ber eywana rûniştinê girtin.    Kesên li eywanê bi gotinên "Em gelekî ji te hez dikin. Em li gel te ne. Em hatin te bibin" Şebnem pêşwazî kirin. Rûniştinê bi derbaskirina navên parêzeran a zabitê dest pê kir.