Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome 2023-01-11 10:43:48       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê her diçe zextên rejîma Îranê yên li ser jin û çalakvanan tundtir û zêdetir dibe. Hejmara kesên ku cezayê darvekirinê li wan tên birîn zêde dibe, lê dîsa li gel zext û pêkûtiyan çalakî û serhildana gel dewam dikin.   Li bajarên cuda yên  Rojhilatê Kurdistan û Îranê welatî bi awayê nivîsandina dirûşman, daliqandina pankartan û li şaneşîn û banê xaniyan bi berzkirina dirûşman anîna ziman a nerazîbûnên xwe berdewam dikin.   Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê duh hejmarek çalakvan daketin çiyayê Awyar û li dijî cezayên dervekirinê nerazîbûn nîşan dan.   Duh Saziya Dadweriya Îranê ragihand ku cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderên bajarê Newşehirê yê bakurê Îranê hatiye birîn.   Heta niha bi giştî cezayê darvekirinê li 112 xwepêşanderan hatiye birîn û 4 hatine darvekirin.   Herwiha cezayê giran li gelek kesan hatiye birîn. Pêngava girtin û binçavkirinê jî dewam dike. Duh li bajarê Çiwanro, Dîwandere û Sine hejmarek çalakvan hatin binçavkirin.   Ev hersê bajarên Rojhilatê Kurdistanê navenda sereke ya xwepêşandan û nerazîbûnên 4 mehên borî ne. Bi taybet li Çiwanro gelek leşker lê hatine bicihkirin.   Herwiha piştî gotara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî, zextên li ser jinan zêde bûne û desthilat li ser hîcaba neçarî bi israr e. Duh Serdozgerê Giştî yê Îranê Ebdulsemed Xuremabadî got: “Rakirina hîcatê sûcekî eşkere ye û yên bikin, wê ji derveyî cezayê darayî 10 roj heta 2 mehan werin girtin. Ên jinan teşwîqî rakirina hîcabê bikin, dibe heta 10 sal cezayê girtîgehê li wan were birîn.”