Li Kayseriyê hewldana qetilkirina jinekê 2023-01-10 21:18:38     KAYSERÎ - Li Kayseriyê mêrê bi navê Omer Eker hewl da jina bi navê Ozlem Eker ku dest jê berdabû, qetil bike.   Li taxa Osmangazî ya Kayseriyê mêrê bi navê Omer Eker hewl da jina bi navê Ozlem Eker ku sê sal berê dest jê berdabû, qetil bike. Hat hînbûn ku Omer Eker ku ji bo zarokê xwe bibîne çû malê, bi kêrê Ozlem Eker birîndar kir.  Hat hînbûn ku Ozlem rakirine nexweşxanê û Omer Eker jî teslîmê polîs bûye. Her wiha der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.